Sibe wê li Amedê daxuyaniyek girseyî bê dayîn
Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo protestokirina qeyûman wê sibe saet 11:00’an li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek girseyî bide.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo protestokirina qeyûman wê sibe saet 11:00’an li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek girseyî bide.
Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî destserkirina 3 şaredariyên HDP’ê yên li ser biryara Wezareta Karê Hundir hatin dagirkirin dewam dikin. Amed a ji 19’ê Tebaxê û vir ve li dijî desteserkirina şaredariyan her rojê xwepêşandan lê tê kirin, sibe jî wê bidome.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê wê sibe saet 11:00’an li dijî qeyûman li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyeke girseyî bide.