Seyîd Riza yê Omeryayê

Seyît Riza Erdal li Îzmîrê ji dayik bû û çû dibistanê. Dest ji zanîngehê berda û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî 18 salan li herêma Omerya ya Mêrdînê şehîd bû.

Seyît Riza Erdal (Hasan Tûran) ji malbateke welatparêz a Mêrdînê sala 1977'an li Îzmîrê ji dayik bû. Li Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha 9 Eylulê dixwend. Di pola duyemîn de zanîngeh terikand û tevlî nava refên gerîla bû. Bi vî rengî dest bi meşa xwe ya şoreşgerî ku wê 18 salan dewam bikira, kir.

Seyît Riza Erdal, di serî de Mêrdîn û Botanê li gelek herêman di asta rêveberiyê de bi erk û berpirsyarî rabû. Li perwerdeya Şehîd Mahîr a di bin sîwana Akademiyên Apollo de, ji bo afirandina hêza gerîla ya profesyonel gelkeî hewl da. Ji bo hevrêyên xwe bigihîne asta rêbaz û taktîka gerîlatiya 24 saetan, kedeke mezin da. Bi hesasiyeteke mezin karê perwerdeyê kir.

WELATPARÊZIYA XURT, SEKNA BI BIRYAR

Seyît Riza Erdal ku xwedî hestên xurt ên welatparêziyê bû, bi biryardarî û sekna xwe ya dilxwaz, bi coş û kelecana xwe ya afirandina hêviya azadiyê ya gelê xwe dihate naskirin. Seyît Riza Erdal zelal bû ku ev yek digot: "Ji bo xwedî li têkoşîna gelekî ku her tişt ji dest hatiye girtin, Rêbertî û partiya me bi her awayî hêz daye û ya divê were kirin, eşkere ye." Bi têgihiştineke xurt xwedî li wezîfeyên xwe yên serdemê derket.

Ew li qadên herî zehmet ên Bakurê Kurdistanê têkoşiya. Bi rewşa xe ya têgihiştî, durustî, hezkirina ji hevrêyan û kesayetiya xwe ya dilnizm milîtanekî mînak ê Apoyî bû.

XWE JI TI WEZÎFEYÊ VENEGIRT

Di emrê wî yê têkoşînê de, ji Botanê heta Qendîlê her qada têkoşînê ya PKK'ê ji bo wî weke hev bû; cihêkarî nedixist nava cih û asta wezîfeyê. Ji hevrêyên xwe yên nû re meşaleyek bû.

Seyît Riza Erdal, di bihara 2016'an de li Metînayê cihê xwe di plankirin û pratîka gelek çalakiyan de girt.

LI OMERYA KU JÊ HEZ DIKIR..

Sala 2016'an çû herêma Omerya ya Eyaleta Mêrdînê ku gelekî jê hez dikir. Beriya biçe, di hevpeyvîneke xwe de wiha digot: "Pêngavên di vê pêvajoyê de rû dan, perspektîfa pêvajoyê hê bi zelalî nîşanî me dide. Hevalên Xebat, Doga û Zinar ku bi fedayî tevlî vê pêvajoyê bûn, wê ji bo me her tim bibin perspektîf. Di şexsê van hevalan de pênaseyeke şênber û zelal a fedayitiyê hate kirin. Dikarim bi vekirî bêjim ku haya me ji wezîfeyên ku van hevalan daniye ser milê me heye. Ji bo vê pêvajoyê pênaseya fedayitiyê gelekî zelal e. Em ê li ser vê bingehê tevbigerin, xwedî li bîranîna wan derkevin û hewl bidin daxwazên wan bi cih bînin. Em ê sekna wan, tevlîbûna wan ji xwe re esas bigirin. Asta tevlîbûna me wê bi vî rengî be."

Di meşa şoreşê de ku ji bo bicihanîna xeyalên xwe û hevrêyên xwe dest pê kir, herî dawî di rêveberiya Eyaleta Mêrdînê de bû. Li herêma Omeryayê ku hesreta wî bû tevî çar hevalên xwe di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bû.