Sewalkar nikarin qurbaniyan bifiroşin

Ji bo Cejna Qurbanê demeke kurt ma. Lê belê sewalkarên li Wanê gazinan dikin ku nikarin heywanên xwe bifiroşin.

Li Wanê ku karê ne li rê û bêkarî lê zêde ye; bazirganiya li sînor û çûyîna zozanan qedexe ye, sewalkarî li ber tunebûnê ye.

Par di Cejna Qurbanê de heywanê pînikê 2-3 hezar TL, heywanên mezin jî 10-20 hezar TL'yî dihatin firotin. Lê îsal heywanê pînikê bûye 5-6 hezar TL, yên mezin jî bûne 50-70 hezar TL'yî.

HÊZ Û DERFETA KIRÎNÊ NÎNE

Sewalkar Zekî Kara got, "Mirov bêkar in, xizanin, wê çawa karibin qurban serjê bike? Salên derbasbûyî rewş hinekî baştir bû, lê îsal rewş gelekî xerab e. Buhayê mihiyekê li gorî par bûye du, sê qat. Kîloyekî goşt bûye 250 TL. Li welatê me mirovên xizan gelekî zêde ne. Em ji mirovan re dibêjin mihiyek bi 5 hezar TL ye, lê kes nikare bikire. 21 sal in vî karî dikikm, lê ti carî weke niha nebû. Ev der herêma sewalkarî û çandiniyê ye, lewma em neçar in ku heywanan xwedî bikin, lê mîna berê qezenca wê nîne."

HER TIŞT GELEKÎ BIHA YE

Sewalkar Mehmet Çaçûr jî anî ziman ku gel perîşan bûye û got, "Mazot gelekî biha ye, lêçûn gelekî zêde ne, em êdî şivanekî peyda nakin ji bo biçe ber heywanan. Ji ber vê yekê mirov neçar dimînin ku heywanên xwe bifiroşin. Em niha heywanên pînikê bi 4-6 hezar TL'yî difiroşin, lê kes nakire. Ji ber ku pere bi mirovan re nîne."

'EM NIKARIN YÊN LI BER DESTÊ XWE JÎ BIFIROŞIN'

Sewalkar Halîl Çîçek diyar kir ku bazara heywanan qet ewqasî nebaş nebû bû û got, "Pere nîne. Niha gel perîşan bûye. Cejn tê, hinek mirov qurbaniyan dikirin, lê bi deyn dikirin û nikarin pere bidin. Min heywan anî vê derê lê belê ji ber ku nekarî bifiroşe min bir gund. Beriya niha bi hinceta şapê qad girtibûn. Eger vê carê jî bigirin em ê bikevin nava rewşeke gelekî zehmet. Bi taybetî ji Erdîş, Mûradiye, Payîzava û deverên din heywanan tînim û hewl didim li vir bifiroşim. Lê belê kesekî ku karibim heywanan bifiroşim wî nîne."

Îhsan Aslan jî got, "Li gorî zem û krîza aboriyê heywanên me gelekî erzan e, lê belê ji ber ku pere bi gel re nîne nikare bikire."