Seven: Nexweşiyên şewbê gelekî zêde bûne

Hevserokê Şaxê Wanê yê SES'ê Zekî Seven diyar kir ku dema dawî li her bajarekî Kurdistan û Tirkiyeyê nexweşiyên şewbê zêde bûne.

Li Wanê hejmara mirovên ji ber Covîd-19, vîrûsa înflûenza û grîbê serî li nexweşxaneyê dan, zêde dibe. Ji ber nexweşiyên şewbê her roj bi hezaran kes serî li nexweşxaneyan didin. Ji ber nexweşiyên şewbê liv û tevgera li servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan zêde ye. Lewma mirovên ku ji bo mûayene bibin serî li servîsên lezgîn didin neçar dimînin ku bi saetan bisekinin. Li polîklînîkan wergirtina randevûyê ji bo mûayeneyê gelekî zehmet bûye.

Hevserokê Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Zekî Seven anî ziman ku nav lê nehatibe kirin jî ne tenê li Wan û bajarên derdora wê, li her bajarekî Kurdistanê û Tirkiyeyê dema dawî nexweşiyên şewbê gelekî zêde bûne. Seven diyar kir ku rayedarên Wezareta Tenduristiyê di vê mijarê de daxuyanî nedane û got, "Lê belê fikar heye ku li cîhanê û Tirkiyeyê versiyoneke nû ya Covîd-19 çavkaniya bingehîn a van nexweşiyên şewbê ye. Nîşaneya şênbe a nexweşiyê jî êşa li masûlkeyan e. Dermanên heyî têrê nake ku vê êşê kêm bike. Ji enfeksiyonên grîbal ên heyî bêhtir demeke dirêj dewam dike."

'PIRSGIRÊKA DERMAN HEYE'

Seven anî ziman ku ji ber pêvajoya nexweşiyê demeke dirêj dewam dike, serlêdanên li nexweşxaneyê jî zêde bûne û got, "Ji ber zêdebûna serlêdanan, sîstema tenduristiyê ya welêt mîna dema Covîd-19 bi rengekî ne amade tevlî vê pêvajoyê bûye û tedbîrên pêwîst ji berê ve nehatine wergirtin. Li gel nebûna têrker a doktor û personelên tenduristiyê her wiha derman jî kêm e. Tedbîrên têrker nekariye bê wergirtin. Wezareta Tenduristiyê hîn rêyek peyda nekiriye ku gel agahdar bike û tedbîran werbigire. Ev yek jî nîşan dide kuk sîstema me ya tenduristiyê têk çûye. Kêm e ku mirov kêmaniya doktor û personelên tenduristiyê tenê bi vê şewbê binirxînin. Li nava sîstemeke ku nikare kedkarên tenduristiyê biparêze, pêşkêşkirina xizmeteke xurt a tenduristiyê zehmet e.

Li gorî agahiyên gihîştin me li Wanê li hin dermanfiroşan derman kêm e, hin derman nayên peydakirin. Li tevahiya Tirkiyeyê polîtîkaya tenduristiyê bi giranî xwe dispêre sermayeyê, dûrî tenduristiya gel bûye mîna bazirganiyekê."