Seval Gulmez: Bi tecrîdê dixwazin civaka Kurd terbiye bikin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez got, "Desthilatdariyê, neheqiya li Îmraliyê dike li tevahiya welêt belav kiriye."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dimîne, 22 sal in dibin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Girtiyên siyasî, ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û bi dawî kirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.

'CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN'

Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê  Seval Gulmez der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê axivî.

Gulmez anî ziman ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, tecrîd li ser gelên Kurdistanê tê meşandin û got: "Civak tê tecrîdkirin. Kes nikare bi awayekî demokratîk û azad fikr û ramanên xwe bîne ziman û îtirazên xwe bike. Em di nava tecrîdeke kûrbûyî de ne û tê xwestin civak bê tepisandin. Ev rejîm ewilî li Îmraliyê dest pê kir. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bêhiqûqîtiya li vê derê bi awayekî kêfî veguheran awayê rêvebiriya welat. Hemû serlêdanên parêzeran bi awayek keyfî û bi hincetên cuda tên redkirin. Dixwazin bi tecrîdê civaka Kurd terbiye bikin. Bi ti awayî tecrîd nayê qebûlkirin û ev yek sûçê li dijî mirovahiyê ye."  

'TECRÎD NAVNETEWEYÎ YE'

Gulmez da zanîn ku xwediyên sîstema kaptalîst li dijî modela konfederalîzma demokratîk bi hêrs in û wiha dewam kir, "Ji bo vê yekê jî îro ev hêz AKP-MHP’ê ji bo xwe bi kar tîne. Bila AKP-MHP baş bizanîn û li dîrokê binêrin. Demekê pêşiya Sedam Huseyîn jî vekirin û ew bikaranîn. Lê belê her kesê dawiya wî dît û çawan ji binî roxandin. Ne tenê Sedam Huseyîn bi dehan dîkdator bikaranîn û piştî karê wan lê qediya ew têkbirin. Dema ku Sedam li Helebçeyê li ser Kurdan bombebaran kir ne bi tenê bû. Rejîma AKP-MHP’ê îro bi tena serê xwe tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameşîne. Tecrîd navneteweyî ye û berdewama bêbextiya navneteweyî ye. Bi vê bêbextiyê ti tiştî nikarin bi ser bixin. Çawan ku bêbextî hate pûçkirin, îro tecrîd jî wê were pûçkirin. Îro modernîteya kaptalîst têk çûye û tenê dixwaze bi dîkdatoran xwe li ser lingan bigre. Her kes jî dizane dawiya ti dîkdatoran baş derbas nabe û her demê jî gelan şahîdiya vê yekê kiriye. Rêveberiyên ku ne ligel civakê be bi ti awayî nikare xwe li ser lingan bigre."

'TECRÎD HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKE'

Gulmez destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê sînor derbas kiriye û li hemû qadên jiyanê belav bûye. Gulmez anî ziman ku tecrîd herî zêde bandorê li ser jinên têkoşer ên Kurd dike û wiha dom kir: "Herî dawî jinên têkoşer Ayşe Gokkan û Leyla Guven dîl hatin girtin. Jinên Kurd ên li dijî tecarîdê radibin rastî zext û tundiya dewletê tên. Dixwazin bi dîl girtina jinên Kurd bersivê bidin têkoşîna jinan ya li dijî tecrîdê."

NÊZÎKATIYA CPT’YÊ

Gulmez bal kişand ser nêzîkatiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya ji bo tecrîdê û got: "Dema mijar dibe Kurd di her alî nêzîkatiyên li dijî Kurdan diguhere. Hiqûq ji bo her kesê pêwîste. Zilim û kiryarên tifaqa AKP-MHP’ê îro li Kurdistanê de dike, li seranserî cihanê tê dîtin û her kes li dijî vê bêdenge. Ev jî tê wateya piştevaniya vê zilmê. Dema ku CPT’î raporên xwe eşkere dike jî ti pêkanîn nayê kirin. Piştî raya giştî nerazîbûn nîşan dide CPT diçe Îmraliyê lê belê tiştên li vê derê dike rapor pir dereng bi raya giştî re parve dike. Rapora dawî ya CPT’yê ku piştî serdana xwe ya 2019’an amade kiribû dû re bi raya giştî re parve kiri, girîng e lê belê kêm e, ji lewra Birêz Ocalan ne miroveke ji rêzê ye, divê şopdarê tespîtên derbarê tecrîdê de hatine kirin be û şopdarê pêşniyarên xwe be ku li Tirkiyeyê kirine."

'ÇALAKIYÊN RÛMETÊ'

Gulmez di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne û wiha got: "Mirov çima dikeve grevên birçîbûnê û bedenên xwe didin ber mirinê. Ji bo jiyanek bi rûmet mirov serî li vê çalakiyê dide. Dema îro weke mirov em nan nexwin û avê nevexwin bedena mirov dikeve xweparastinê. Xweparastin a civakan jî heye. Dema ku li cihekî hiqûq û edelat nemîne, mirov neçar dimîne serî li rê û rêbazên cuda bide. Grevên birçîbûnê jî xweparastin e û çalakiyeke rûmetê ye. Divê rojek berê rojekê daxwazên rewa yên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda li greva Îmraliyê bidawî bibe. Divê her kes dengê xwe bide dengê girtiyan û ji bo daxwazên wan bikevin nava liv û tevgerê."