Komên çekdar ên PDK'ê, di 3'ê Adarê de êrîşî çeperên şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên li bajarokê Xanesorê yê Şengalê kirin û ji ber vê êrîşê bi qasî 3 saetan şer qewimî. Şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên rasterast bûn hedefa vê êrîşê, qala êrîşê kirin.
Şervanê YBŞ’ê yê bi navê Botan kêliya ku çeteyên PDK’ê êrîş kirî wiha vegot: "Di destpêkê de me parastina Xanesorê dikir û heta niha jî em parastina Xanesorê dikin. Ji ber ku di dema fermanê de ev der hemû ji aliyê wan ve dihat parastin berdan û reviyan. Ji ber me wek YBŞ ev herêm diparast dixwestin êrîşî vir bikin û şer derxînin. Heta PDK’ê êrîşî me nekir me bi xwe wek YBŞ êrîşî wan nekir. Wan di destpêkê de êrîş kirin, em jî neçar man xwe biparêzin û me jî bersiv da. Piştî bersivdayina me şer qewimî û niha jî PDK'e amadekariyên şer dikin. Weke parêzvanên axa Êzidxanê em naxwazin şer di navbera me de derbikeve û em şerê birakujiyê naxwazin. Lê niha Tirk dixwazin bi hevkariya Barzanî re di navbera Kurdan de şer derbikeve. Weke şervanên YBŞ'ê em her tim amade ne çi dema êrîşa PDK’ê çêbibin em ê bêbersiv nehêlin. Di her alî de jî me amadekariyên xwe kirine."
Botan di dawiyê de ev bang kir: "Bangewaziya me ji bo tevahiya cihanê ye; bila ji bo vî şerê birakujiyê bêdeng nemînin û bila ciwanên me yen Êzidî jî tevlî nava refên YBŞ û YJŞ bibin da ku em tola hilînin."
Şervanê YBŞ’ê bi navê Şervan Azad jî li ser roja êrîşê ev tişt anî ziman: "Pêşmergeyên PDK'ê hewil dan bikevin nava bajarokê Xanesorê. Me ne hişt. Ji ber wê yekê jî êrîşî me kirin û di navbera me de şer derket û heta yek ji me ciwanê Şengalê li vir heye em nahêlin yek hêz nêzî axa ma bibe û em ê axa xwe ji wan bi parêzin. Armanca me ew ku gelê me azad bijî, armanca me ne birakujî ye."
Şervana YJŞ'ê Bêrîtan Warşîn jî wiha got: "Di destpêkê de pêşmergeyên PDK’ê wek îxanetkaran êrîşî me kirin. Weke şervanên YJŞ'ê me jî bersiv dan. Tevî ku ewqas tank û topê xwe bi kar anîn me tenê îradeya xwe bi kar anî. Bila bizanibin heta ew li vir bin em jî li vir in û em ê axa xwe ji wan re nehêlin û biparêzin. Bangewaziya min ji bo hemû jinan heye ku tevlî nava refên YJŞ’ê bibin da ku bersivê bidin komkujiyan."