Şervanên YBŞ/YJŞ: Heta em hebin, kes nikare axa Şengalê dagir bike

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê da xuyakirin, ku dema êrîş li wan hat kirin, ti amadekariyên wan ên ji bo şer tine bû, şer di fikrê wan de nebû û gotin, "Em ê ti êrîşan bêbersiv nehêlin. Heta em hebin, kes nikare axa Şengalê û Xanesorê dagir bike."

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê da xuyakirin, ku dema êrîş li wan hat kirin, ti amadekariyên wan ên ji bo şer tine bû, şer di fikrê wan de nebû û gotin, "Em ê ti êrîşan bêbersiv nehêlin. Heta em hebin, kes nikare axa Şengalê û Xanesorê dagir bike."

Şervanê YBŞ'ê bi navê Şoreş Berxwedan diyar kir, çeteyên Barzanî êrîşek anîn ser gelê wan û wiha got: "Armanca wan ne parastina gelê Şengalê bû, berevajî wê armanca wan fetisandina vî gelî bû. Çima dema me hêzên YBŞ’ê li hember çeteyan şer dikir, nehatin. Gel armanca wan parastin bûya di dema fermanê de wê li ber xwedabana û gel rû bi rûyê qirkirinekê nedihiştin."

Şervanê YBŞ’ê Dîndar Evesta da xuyakirin ji bo axa xwe û gelê xwe biparêzin wan cihê xwe di çeperên herî pêş de girtin û got: "Ji ber ku beriya çend roja ya êrîşek li ser gelê me ye Xanesorê pêk hatibû, dixwestin ku gelê me ye Şengalê qetil bikin û hêza me ya Êzidxanê bitefisînin. Armanca wan ne ev yek bi tenê bû, armanca wan ya sereke perçiqandina gelê Êzidxanê bû. Wekî hêzên Êzidxanê ev êrîşa çeteyen Erdogan û Barzanî  bi berxwedaniyek pir mezin me vala derxist. Me YBŞ/YJŞ sozdaye ku em ti carî gelê xwe bê parastin nehêlin û heta metirsiyek li ser gelê me hebe em ji mewzî û çeperan dernekevin çi dibe bila bibe ji bo me  parastina gel esase. Ev kesên wisan naxwazin Îraq ser bixwe jiyan bike, di xwazin li her milî de aloziya derxin. Ew kesên dibêjin 'bila ji Şengal derbikevin' zarokên vî gelî ne hêzên YBŞ û YJŞ ne, di dîroka mirovahiye de ti kesî ne dîtiye ku kesî kes ji axa wî derxistiye. Kerê kûr jî di zanin ev yek şaşa û nayê qebûl kirin."

Şervanê YBŞ yê bi navê Agir Newroz jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Sekna me ya li vir ji ber êrîşên çeteyên Barzanî û Erdogane, me niha çeperên xwe amade kirine û me di çeperên her pêş de cihê xwe girtiye. Hêviya min ji gelê me heye neyên leyîstonên çeteyan. Bila vî tiştî li ser xwe qebûl nekin em hemû Êzidîne û em hemû ji bo gelê Êzidxanê têdikoşin dikin. Çawa me ser bersiv dayina fermanê YBŞ û YJŞ’e ava kir, em carek din bûn bersiva fermanan."

Rojhat Berxwedan jî destnîşan kir ev du car in ji aliyê pêşmergeyên Barzanî ve ferman li ser civaka Êzidî tê û wiha berdeam kir: "Vê carê jî wek her carê xwestin gelê Êzidî qir bikin. Ji ber cara din ev yek pêk nehatibû dixwastin vê planê berdewam bikin. Lê me wek hêza Êzîdxanê ev plana wan têk bir û nehişt bi ser bikeve. Ev hêza niha hatî û dibêje em hatine parastine we bikin an jî derbasî aliyê Rojava bibin hemû dûrî rastiyê ne. Dixwazin Berxwedaniya Şengal û Şoreşa Rojava têk bibin. Bangewaziya min ji bo gelê Başûr bi tevahî heye ku werin tevlî nava refên YBŞ/YJŞ bibin da em ixanetkara ji axa Başûr û taybet ji Şengal temami derxin." 

Şervanê YBŞ’ê Zerdeşt Dinayî destnîşan kir ku ew wek Şervanên Êzidxanê ew ê gelê xwe ti carî bêparastin nehêlin û wiha pêde çû: "Ew gemara di nava DAIŞ û Tirkan de vaye hatine û bûne pêşmerge û dixwazin axa Şengalê dagir bikin. Lê em wekî hêza Êzidxanê dibêjin me li her milî de amadekariyên xwe kirine em nehêlibin gelê me rastî êş û qirkirina bê. Şervanên YBŞ,YJŞ li hember wan çeperên xwe çêkirine û nahêlin ti carî axa Şengalê were dagir kirin. Çiqas hêz û çete werin û bixwazin axa Êzidxanê dagir bikin ew hêza me heye ku em wek şervanên YBŞ/YJŞ’ê li hember wan bi sekinin û bi rihekî fedayî li ber xwe bidin."

Şervana YJŞ’ê ya bi navê Stêrk Serdar jî wiha got: "Me ne dixwest ku em li hember van çeteyan bi kevin çeperan de, lê em neçar man ku em axa xwe ji wan û gemara wan biparêzin. Niha me jî wek Şervanên YJŞ me hemû amadekariyên xwe kirine û me çeperên xwe jî amadekirine. Kî were bila were bes ger hedef û armanca wan dagikirin be em ê jî li hember wan têbikoşin û gelê xwe ji hemû êrîşan bi parêzin. Bes bila bi zanibin derbas bûna axa Xanesorê ji her kesê êrîşkar re xewn û xeyalin. Şengal ji boyî gelê kurd bi temamî pîroze lê ji bo Qendîl du caran pîroze."

Şervana YJŞ ya bi navê Cîhan Botan jî da xuya kirin ku ev bû nêzî deh roja çeteyan êrîşî gelê me kirin me jî dest bi çêkirina cihên xwe kir da ku em li hember êrîşên wan rawestin û axaftina xwe wiha domand: "Niha jî em dibêjim tu tiştek li ber me nîne ku em bi wan re xwînê bi rijînin, lê bes ger ew ne sekinin û rehet ne rûnin em ê jî li gor wê yekê tevbigerin xwe û gelê xwe ji hemû qirêjiya wan bi parêzin. Hevalên me yên ku di vir de gihiştine şehadetê em ê tu car xwîna wan li erdê ne hêlin û em ê tola wan ji dijmin re nahêlin, ger bedela wê çi diba bila bibe."