BI DÎMEN

Şervanên QSD'ê derdora Reqayê ji mayînan paqij dikin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ber bi Reqayê ve dimeşin, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin. Herêm gav bi gav ji mayînên çeteyan tê paqijkirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ji bo rizgarkirinê berê xwe dane Reqayê, li gundên ji DAIŞ'ê hatine paqijkirin, mayînan radikin. Çeteyên DAIŞ'ê, ku li pêşberî şervanan bêçare man e, ji bo meşa şervanan lawaz bikin, herêm bi mayînan dagirtine.

Gundê Kehîbal ê bi 50 kîlometreyî li rojhilatê Reqayê ye, piştî şerekî dijwar ê 2 rojan hat rizgarkirin. Lêgerîn li nava gund hat kirin û di encamê de gelek mayîn hatin dîtin.

Pisporên QSD'ê, mayînên çeteyên DAIŞ'ê radikin. Di dema vî karê lêgerîn û paqijkirinê de, qemyonek bi teqemeniyê hatibû barkirin, hat bêbandorkirin.