BI DÎMEN

Şervanên QSD'ê berê xwe dane navenda bajarê Tebqayê

Li gundên Safsafah ên bakur û başûr, ku ser bi bajarê Tebqayê ve ne, şerekî dijwar diqewime. Ev her du gund, ji bo rizgarkirina navenda bajêr, stratejîk in.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, berê xwe dane navenda bajarê Tebqayê. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh nîvê şevê saet di 00:40 de ketin nava gundê Safsafah a bakur. Şerê ku duh bi şev li vir dest pê kir, hê jî dewam dike.

Şervanên QSD'ê danê vê sibehê jî ketin nava gundê Safsafah a başûr. Li van her du gundan, şer giran e.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyên DAIŞ'ê nahêlin sivîl ji qada şer derkevin û mirovên dixwazin derkevin jî, li wan direşînin. Çete, gundiyan weke mertalên zindî bi kar tînin. Şervanên QSD'ê, ji bi zerar li sivîlan nebe, bi baldarî tevdigerin.

Di vî şerê de wesayîteke bombebarkirî û wesayîteke leşkerî ku çete tê de bû, hatin rûxandin. Li van her du gundan, di şer de bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyên 3 çeteyan li herêma di kontrola şervanan de man.

Tebqa bajarekî stratejîk e ku bi 40 kîlometeryan li başûrrojavayê Reqayê ye. Gundên Safsafahê jî ji bo rizgarkirina Tebqayê weke qadeke stratejîk tên dîtin.