Şervanên hemû baskên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê bi bi pêş ve diçin. Hat diyarkirin ku şervanên baskê 2ʹan ku di 4ʹê Sibatê ji gundê Bîr Heba destpê kiribûn, gundê Şiwêhan ku dikeve başûr-rojhilatê gundê Molîhan rizgar kirine.
Şervanê baskê 3ʹyemîn ku ji Mekmen destpê kiribû, piştî ku 12 km ber bi pêş ve çûn, gundê Cêwîs rizgar kirin. 4 kîlomertrên din pêş ve çûn bi vê yekê ve şervanên baskê sêyemîn 16 kîlometreyên din ber bi Reqa pêş ve çûne. Şervanên baskê sêyemîn pêşveçûna xwe ya ber bi Reqa ve didomînin û di navbera wan û çeteyên DAIŞʹê şerek dijwar diqewime.
Di encama şer de motorsiklet û wesayîtekî hamir ya bombebarkirî hatin rûxandin. Her wiha cenazeyê 6 çeteyan ketine destê şervanan.