BI DÎMEN

Şervanên Kurd û Ereb: Gelên li Sûriyeyê wê nebin dijminê hev

Şervanên ku di pêngava rizgarkirina Tebqayê de li kêleka hev şer dikin, biratiya gelan xurtir dikin. Şervanê Kurd ê bi navê Bahoz Kendal û şervanê Ereb Şêx Ebû Ala, mînakek ji vê rastiyê ye.

Pêngava ji bo rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir, dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de gelek gund û gundikên Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û dor li bajêr hatiye girtin. Li eniya şer jî, şervanên Kurd û Ereb li rex hev şer dikin. 

Şervanên ku di pêngava rizgarkirina Tebqayê de li kêleka hev şer dikin, biratiya gelan xurtir dikin. Şervanê Kurd ê bi navê Bahoz Kendal û şervanê Ereb Şêx Ebû Ala, mînakek ji vê rastiyê ye.

Şervanê Kurd Bahoz Kendal ji ANF'ê re axivî û got, ew dixwazin Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin. Kendal diyar kir, Tebqa çepereke girîng a vê armancê ye û wiha dewam kir: "Bi vî rengî wê rizgarkirina Reqayê hêsantir bibe. Niha di asteke girîng de dor li Tebqayê hatiye girtin. Dorpêçiya teng û berfireh di asteke girîng de ye. Li cihên li derveyî dorpêçiyê mane, çete hewl didin êrîş bikin. Lê belê her gavê gelek kuştiyan li dû xwe dihêlin û vedikişin. Dixwazin piştgiriyê bidin çeteyên li Tebqayê asê man e. Lê ev hewldanên wan bi kêr nayên."

Kendal bal kişand ser rewşa gundiyên li herêmê û anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê gelekî çavên gel tirsandine, tirs berdane nava dilê gel. Kendal ragihand, gel hîn wan baş nas nake û got, "Ji wan heye ku em ê jî mîna wan bikin. Lê belê her ku me dinasin, vê tirsê ji ser xwe davêjin. DAIŞ ne gelê Ereb ne jî Îslamiyuetê temsîl dike. Herduyan jî bi kar tîne. DAIŞ wê nikaribe li ser vê axê gelan li hemberî hev rake."

Şêx Ebû Ala jî, ku bi Kendal re li heman eniyê ye got, "Ji bo rizgarkirina Reqa û Tebqayê em li vir in. DAIŞ dixwaze dijminatiyê bixe nava gelan. Dixwaze gelên Ereb, Kurd, Suryanî, hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bike dijminê hev. Dijminatî wê nekeve nava gelan. Gel birayê hev in û em vê biratiyê bi cihgirtina li heman çeperê, xurtir dikin. Çeteyên DAIŞ'ê di nava çar salan de ev gel gelekî tirsand. Dema kesek radihêje cixareyekê û dixwaze bikişîne, ewilî xwe ji me vedigire. Lê dema dibîne em mudaxleyî jiyana wî nakin, hingî xwe nêzî me dike. Em li vê derê bi gel re dijîn. Kêfxweş in ku bi me re ne. Em hewl didin bikin ku tirsê ji ser xwe bavêjin."

Ebû Ala anî ziman ku ew zewicî ye, bavê du zarokan e û got, "Em niha di nav aşer de ne. Ez nizanim wê şer encameke çawa derxîne pêşiya me. Lê di nava her şert û mercî de wê zarokên min bi min serbilind bin."