Şervanê YPG’ê Brûsk li Til Temîr hate veşartin
Şervanê YPG’ê Brûsk, li Til Temirê bi merasîmekê ve hate veşartin.
Şervanê YPG’ê Brûsk, li Til Temirê bi merasîmekê ve hate veşartin.
Li Til Temîrê bi hezaran kes ji bo cenazeyê şervanê YPG’ê Muhemed El Xidir (Brûsk) bigrin li ber Meclîsa Malbatên Şehîda kombûn. Gel darbesta şervanê YPG’ê girtin û birin goristana Taxa El-Hemraya ya Til Temirê.
Li goristanê piştî marasîma şervanên YPG/YPJ ê û şûnde, li ser navê TEV-DEM’ê Cahîd Hesen, li ser navê YPG’ê Zinar Rojdem, li ser navê Meclîsa Herêma Çiyayê Kizwanê Kako Davêd axivîn.
Axaftvanan sersaxî li malbata şervanê YPG’ê Brûsk re xwestin, di heman demê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya 15’ê Sibatê jî şermezar û lent kirin.
Piştî merasîmê nasnemeya Şehîd Brûsk hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Brûsk bi tilîlî û dirûşma ve hate veşartin.