Şervanan wesayîtekî artêşa Tirk rûxand

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk rûxand û 16 çete jî hatin kuştin.

Li gorî agahiyê ji herêmê hatin, îro di saetên piştî nîvro de li nêzî gundên El-Wexaz û Koheyûk, şerê dijwar di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û artêşa Tirk a dagirker de qewimîn. Di şer de arêtşa Tirk bi çekên giran û wesayîtên zirxî yên çekên giran li ser swarkirî êrîş kirin.

Şervanan bersiva êrîşan da û wesayîtekî zirxî ya artêşa Tirk rûxand, her wiha 16 çeteyên ku di xwestin bi dizî bikevin gund El-Bozax hatin kuştin.

Şerê li herêmê qewimî dewam dike.