Şervan Turan û Tankan hatin oxirkirin

Şervana YPJ’ê Devlet Turan û şervanê YPG’ê Adem Tankan bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Li gundên girêdayî bajaroka Sîluk a Rojava, di pevçûnên ku di 6’ê Tebaxê de pêk hatin de şervana YPJ’ê Devlet Turan (Bêrîtan Zîlan) û Adem Tankan (Devrîm Sipêrtî) jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê wan piştî kar û barê otopsiyê ji deriyê Sînor yê Xaburê ji aliyê malbatê wan ve hatin wegirtin û birin navçeya Sîlopiya Şirnexê. Bi sedan kesî rêya Îpekyolê girtin û cenaze birin Goristan a Taxa Kobanê. Jinan tabuta Turan hildan û posterên Rêberê Gelê Kurd û şervanan û alên KCK, YPG û YPJ’ê hildan.

Sirûda Ey Raqîp hat xwendin û merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê MEYA-DER’ê yê Sîlopiyê Nadîr Kuday got ciwanên Kurd bi salane zextên li ser Kurdan qebûl nakin û têkoşîna didin û ev têkoşîn bi serkfetinê wê tacîdar be.

Bavê Tankan, Esat Tankan jî got bila dijmin baş bizane ku wê li pey Adem bi sedan kes bimeşin û got wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Piştî axaftinan cenaze hatin definkirin.