Sersaxiya Dîren Amed bi girseyî hat ziyaretkirin

Sersaxiya gerîlayê HPG'ê Dîren Amed (Mazlûm Şener) ku 4 meh şûnde cenazeyê wî radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat ziyaretkirin.

Ji bo gerîlaya HPG’ê Dîren Amed (Mazlûm Şener) ê ku 9’ê Tebaxê li Botanê di şerê bi artêşa Tirk a dagirker re şehîd bibû û cenazeyê wî 4 meh şûnde radestî malbata wî hat dayîn, li Mala sersxiyê ya Farqîn a li Rezana Amedê sersaxî hate danîn.

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER) bi beşdariya rêveber û endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Komeleya Alimên Amedê çûn serdana sersaxiya Dîren Amed. Parlamentera Amedê Halîde Turkoglu jî beşdarî serdanê bû.

Di sersaxiyê de ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Ji malbata Şener re sersaxî hat xwestin û dua hatin kirin.