Serpêhatiya berxwedan û biryardariyê: Mexmûr

Gelê berxwedêr ê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ne li Bakur, ne jî li Başûrê Kurdistanê ti carî serî li ber zext û zordariya dewleta Tirk netewand, her tim bû hedefa êrîşên vê hêza dagirker.

Gelê penaber bi dehan war li pey xwe hişt û timî bû hedefa êrîşan. Li diJî vê jî bûye mînaak gelê herî berxwedêr û serî hildayî. Dîrokeke dirêj a vî gelî heye ku bi qasî 24 salên penaberiyê li ber hemû êrîş û mercên xerab ên jiyanê serî hildaye.

BI DARÊ ZORÊ Û ŞEWITANDINA GUNDAN KOÇBER KIRIN

Planên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmên Botan û Behdînanê pir qirêjtir bûn. Leşkerên artêşa Tirk, bi taybetî gundiyên li herêma Şirnex û Colemêrgê kiribûn hedef û dixwestin hemûyan bikin cerdevan. Ji ber vê hovîtiyê bi dehan hezar kes tiştên ku dewletê li wan ferz dikirin qebûl nekirin û salên 1990'î ketin ser rêya koçberiyê ya xaka Başûrê Kurdistanê.

Gundiyên ku her tiştên xwe li pey xwe hiştin, neçarî koçberiyê hatin hiştin. Di rê de ji ber serma, birçîbûn û nebûna avê bi dehan zarok, jin û kal mirin. Beşek ji gundiyan li bejahiya navçeya Zaxo ya girêdayî Duhokê bi cih bûn, beşek jî, li Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftanînê bi cih bûn. Lê belê hemûyan jî li derve di bin serma, êrîşên dagirker û dîsa zextên hêzên Kurd ên hevkar li ber xwe dan.

BI BALAFIRAN ÊRÎŞÎ PENABERAN KIRIN

Bi dehan hezar welatiyên ji herêmên cuda koç bûn, li van herêman bi cih bûn. Di şertên penaberiya dijwar û tiştek neyî de, gelek zarok, jin, kal û pîr nexweş ketin, jiyana xwe ji dest dan. Lê li ser vê rewşê re jî, dewleta Tirk careke din êrîşî penaberan kir. Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî penaberên ku li derdora Zaxo bi cih bibûn, êrîş pêk anî û xwestin ku wan ji herêmê derxînin. Di encama êrîşê de gelek kes hatin qetilkirin û penaberên li vê derê jî neçar man ku derbasî herêma Bihêrê û Şeraniş bibin. Lê vê carê penaberên ku bê parastin mabûn, bi êrîşên hewayî yên dewleta Tirk re rû bi rû man. Balafirên şer yên Tirkiyeyê gelek caran her du wargehan jî bombebaran kirin û di van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
JI BER ÊRÎŞAN WAR LI PEY XWE DIHIŞTIN

Ji ber êrîşên dijwar, bomberdûman û êrîşên hevkarên dewleta Tirk a dagirker welatiyên li van wergehan bi cih bibûn, berê xwe dan hê zêdetir xaka nava başûr û ji sînor dûr. Vê carê koçber li herêma Bêrsîvê nîştecih bûn. Li vê derê jî penaber bi qasî 2 mehan sitirîn. Ji ber rewşa ne bi ewlebûnê li ser daxwaza rêveberî û peywendiyên nava Neteweyên Yekbûyî de wargeh ji vê derê jî hate rakirin.

ÊRÎŞ, KUŞTIN, TALAN Û AMBARGO

Di encama peywendî û têkiliyan de bi hezaran penaberên ku gav bi gav ji xaka xwe dûr dikevin sala 1995’an de li herêma Etrûş a ku bi demê re weke Wargeha Etrûş hate binavkirin bicih bûn. Li vir wek wargeh Etrûja Jor ku weke Geliyê Qiyametê û Etrûja Jêr hatin binavkirin û penaber lê sekinîn. Li vir cara yekê penaber di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de hewl dan bijîn. Lê li vir jî dîsa bi heman şêwe êrîşên dewleta Tirk hatin kirin. Her roj bi hevkariya PDK’ê gule li wargehê dihatin barandin. Pez û şivanên penaber dihatin revandin û qetilkirin. Bi dehan kes li vir hatin qetilkirin û ji ber bermayên leşkerî yên artêşa Iraqê birîndar bûn. Êdî jiyan li vir jî herimî bû. Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî li ser wargehan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî wargehan bibin. Her wiha hatin û çûyîn qedexe kir. Di heman salê de hêzên girêdayî PDK’ê bi destek û daxwaza dewleta Tirk êrîşî her du warhan kirin. Penaber li vir jî tevî her tiştî ji serhildan û raperîna xwe tiştek winda nekiribû. Her tim li ser lingan bû û li dijî êrîşan li ber xwe dida. Ji xwe ya herî zêde dewleta Tirk jî ditirsand ev bû. Ji bo wê her tim dixwest vê hêzê bifetisîne. Li vir jî NY li hember van êrîşên li ser penaberan ku li ti deverên cîhanê nayê pejirandin çav û guhên xwe girtin û ji nedîtî ve hatin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK, 'ŞERÊ BIRAKUJIYÊ' Û VALAKIRINA WARGEHÊ

Li ser dijwargûna êrîşan û mercên jiyanê yên hatî tengavkirin penaber neçar man ku koçî warekî din bibin. Ew dever jî Wargeha Nînova ku penaber lê bi cih bûn û weke Wargeha Nînova hate binavkirin. Li vê derê bi êrîşên dijwar ên Tirk li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan li gel wê hevkariya hêzên PDK’ê di sala 1997’an de şerekî dijwar ku bi navê ‘Şerê Birakujî’ hate binavkirin destpê kir. Bi vê re PDK’ê berê xwe da penaberan jî. Bi zextên dewleta Tirk hewl da wargehê vala bike. 

JI XAKA KURDISTANÊ HATIN DERXISTININ

Her bi dijwarbûn û berxwedana gelê penaber ê rû bi rûyê her êrîşê ji ya xwe nevegerî hişê dijmin ji serî bir û di dawiya sala 1997’an de li ser gefên dewleta Tirk a ku wê Wargeha Nînova bomberdûman bike, wargeh hate valakirin û li ser sînorê Iraqê li herêma Nehdaran hatin bicihkirin. Penaberên ku her diçe ji xaka Başûrê Kurdistanê ku parçeyek ya xaka Kurdistanê ye dûr dikeve. Êdî ji xaka wan jî tên derxistin. Li vir bi qasî 2 mehên dijwar û bê derfet dijîn. Ji ber şerê Iraqê li herêmên li ser sînor bermayên leşkerî yên teqemenî pir bûn û ev li ser penaberan metirsiyên mezin çêdikir. Ji ber van teqemeniyan gelek kes mirin û birîndar bûn. 

NE PENABERÎ BI DAWÎ BÛ NE ÊRÎŞ

Rêwîtiya Penaberên bi darê zorê hatibûn koçkirin her diçe dûr û dirêj dibe û ji axa bav û kalên xwe dûr dikeve. Rêwîtiya li pêşiyê Mexmûr bû. Sînorê Başûrê Kurdistanê hatin derbaskirin û li sînorê Iraqê ku weke madeya 140 a ‘Herêmên bi nakok’ û şer bi cih bûn. Di sala 1998’an de li ser daxwaza Iraqê û peywendiyên rêveberên wargehê hate pejirandin ku li nêzî navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê ve bicih bibin. Bi vê yekê re penaberên ku hejmara wan digihêje 15 hezar kesî li Mexmûr hatin bicihkirin. Li vir Neteweyên Yekbûyî wargeh bi fermî pejirand û nûnertiya xwe vekir. Di nava her şert û mercên herî xedar de vî gelê penaber û serhildêr xwe ji mirinê re berneda û jiya. Tevî mercên giran ên erdnîgarî û derfetên jiyîn pir kêm bûn jî vî gelî bi hêz û vîna xwe ya bi pola xwe li ber her tiştî girt û têkoşîn kir. 

Li vir jî bi salên dûr û dirêj ên bi qasî 20 sal in li ber xwe dide, her roja diçe vîna wan a veger û azadiyê xurtir dibe. Ev yek li vir jî bi çavê dewleta Tirk re çû û her derfet û fersendê hewl da ku zext û êrîşan bike. Dewletê xwest vî gelî ji rêya azadî ku hilbijartî vegerîne û bi êrîşan qir bike. 
Bi her carê bi hêzên hevkar ên hinek Kurd qaşo xwe Kurdistanî dibînin û ji bo azadiya Kurdan dibêjin têkoşînê dikin zext li vî gelî kiriye. Roja hatiye girtiye, roj hatiye xwestiye bi birsîbûn perwerde bike, roj hatiye êrîş kiriye û roj hatiye xwestiye vala bike. Lê tevî vê jî ev gel ji ya xwe venegeriyaye.

BOMBE LI SIVÎLAN BARANDIN

Salên dawî ev wargeh bûye armanc û hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Herî dawî di 6'ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd kirin. Weke her carê dîsa dewleta Tirk got, 'me li PKK’ê daye'. Herî dawî berî hefteyekê ya salvegera vê êrîşa hovane ango 13’ê Kanûna 2018 vê carê bombe li sivîlan barandin. Di vê bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûn.

Ya balkêş jî ew e ku berê dewleta Tirk digot 'em li PKK’ê dixin', lê vê carê bi vekirî her ferdekî penaber ên li Mexmûrê weke 'terorîst' pênase kir û bi daxuyaniyên xwe biryara domandina êrîşan da.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, IRAQ TIM BÊDENG IN 

Tevî van hemû êrîş û kiryarên dewleta Tirk a bi belge û li gel serwerî û binpêkirina hiqûq û xaka Iraqê ne deng ji Neteweyên Yekbûyî tê nû ne jî Iraqê. Ev bi vekirî dide nîşan dan ku ev sazî û dewlet bi xwe hiqûq xwe binpê dike û parçeyek ji sûcên dewleta Tirk in.