‘Serokwezîrê Iraqê xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin’

Parlamenterê Iraqê Soran Omer belgeyek parve kir ku têde Serokwezîrê Iraqê dixwaze êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bê lêkolînkirin.

Parlementerê Iraqê Soran Omer hejmarek belge li ser êrîşên bi çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê pêk tîne, belav kir.

Soran Omer di belgeyên ku parvekiriye de îşaret bi serdana du pisporên çekên kîmyewî ku serdana Herêma Kurdistanê kiribûn dike û dibêje, du pisporên çekên kîmyawî ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serdana Herêma Kurdistanê kirin, lê PDK’ê rê neda ew lêkolînê bikin.

Parlementer Soran Omer di belgeyan de îşaret bi çawaniya karanîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla dike û dibêje, beriya du mehan wî bi nivîsek fermî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir ku ji bo lêkolînkirinê komîsyonek were avakirin.

Her wiha Soran Omer radigihîne piştî ku rapora du pisporên Elman û Swîsreyî ya di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de pêşkêş kiriye, serokwezîrê Iraqê daxwaz ji wezareta karên derve kiriye ku têkildarî mijarê dest bi lêkolînê bikin.