Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan li Hewlêrê ye

Serokkomarê Îranê Mesût Pezeşkiyan ku serdana xwe ya destpêkê li Iraqê kir, piştî danûstandinên xwe yên li Bexdayê serdana Hewlêrê kir.

Pezeşkiyan serê sibehê daket Hewlêrê û li balafirgehê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Tê payin ku herdu li ser gelek mijaran hevdîtinê bikin.

Mesût Pezeşkiyan piştî serdana Hewlêrê wê derbasî Silêmaniyeyê bibe û bi lîderê YNK'ê Bafil Talabanî re jî rûnê.

Pezeşkiyan wê pişte li bajarên cuda yên Iraqê serdanên xwe dewam bike.

Serdana destpêkê ya Pezeşkiyan a li derveyî welat 11'ê Îlonê destpê kir û wê 3 rojan dewam bike.

Di roja destpêkê ya li Bexdayê de di gelek mijarên cuda de 14 peyman hatin mohrkirin.