Serokeşîrên Ereb bersiv dan Şêx Muzahim Elhuêtî

Serokeşîrên  Mûsilê bersiv dana Şêx Muzahm Elhuêtî û diyar kirin ku Eluêtî tenê nûneriya xwe dike û ne li ser navê kesî diaxive.

Şêx Mazhim Elhuêtî di qeneleke Erebî de piştî ku got ew berdevkê Erebên deşta Mûsilê ye û wî ji dewleta Tirk xwestiye ku Şengalê bombe bikin, Serokeşîrê Erebên Mûsilê bersiv dan û got, ew kes ji qetilrkirina her Şengaliyekî berpirs e yên bi êrîşên balafirên Tirk hatine qetilkirin û diyarkirin Elhuêtî wê hesabê vî tiştî bide.

Seîd Qasim Elmusewî, Serokê Eşîrên Rojavayê Mûsilê diyar kir, ''Em eşîrên bakurê Mûsilê daxwaz ji hikûmetê dikin ku nehêlin kesek din li axa wan bi zimanê Şêx Muzahm Elhuêtî biaxive.''

Qasim bi domdarî got, ''Yê ku ev gotin kirin ji kuştina wan kesan ên bi balefirên Tirk berpis e. Em daxwazin ji hikûmeta Iraqê dikin ku welatê xwe baştir biparêzin û nehêlin ku dewleta Tirk careke dî Şengalê bombe bike. Vî gelî gelek êş û azad dîtiye.''

Sekan Raînî Sehûc, nûnerê Erebê Sinî jî got, ''Heuêtî nûnertiya kesî nake. Tenê nûnertiya xwe dike. ''

Sekan bi domdarî got, ''Şengal jî navçeyeke bi ser Mûsilê ve ye. Em van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar dikin.''

Sekan xwest ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê zealal bike û van êrîşan şermezar bike.