Serokê nû yê Tevgera Goran hate hilbijartin - NÛ BÛ

Civata Niştimanî ya Tevgera Goran, piştî wefata Newşîrwan Mistafa, ji bo hilbijartina serokê nû û desteya rêveberiyê, civiya.

Civîna Civata Niştimanî ya Tevgera Goran, saet di 10:15'an de li navenda partiyê ya li Girdî Zergete ya bajarê Silêmanî dest pê kir.

Di civînê de Omer Seîd Elî weke Serokê Giştî yê Tevgera Goran hate hilbijartin.

Di civînê de her wiha hilbijartin li ser Desteya Rêveberiya partiyê jî hate kirin û di van kêliyan de deng tên jimartin.

Encama dengdana giştî wiha ye:

Omer Seîd Elî ku yekane namzetê rêbertiyê bû, bi dengên giştî bû Serokê Giştî yê Tevgera Goran.

Sekreterê Karûbarê Cıvata Giştî Reûf Osman

Sekreterê Karûbarê Koma Goran Celal Cewher

Sekreterê Karûbarê Şarewanî Osman Hacî Mehmûd

Sekreterê Karûbarê Xelk Şoreş Hacî

Sekreterê Karûbarên Odeyan Mihemed Tûfîq Rehîm

Sekreterê Cıvata Niştîmanî Cemal Mihemed

Hêjayî bibîrxisitnê ye ku Sûad Ebdulrehîm yekane namzeta jin bû û di encama hilbijartinê de derneket û nebû endama Desteya Rêveber a Tevgera Goran.