Serokê Baroya Wanê: Nehiştin em bikevin gundê ku 2 kes lê hatin qetilkirin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras diyar kir ku destûr nehatiye dayîn ew bikevin gundê Çamîlî yê Qelqeliyê ku leşkerên Tirk operasyon lê kiribû û 2 kes lê hatine qetilkirin.

Li gundê Çamîlî yê navçeya Qelqelî yê Wanê, leşkerên Tirk li hemberî malekê operasyon kirin. Li gorî agahiyên ku gundiyan dayîne, leşkeran bêyî ku bangekî bikin mala vala bombe kirine. Piştî bombebarana ku 4 saetan dom kir, gund hate dorpêçkirin. Ji malbata Kiliççeken a li rex mala vala ya hatî bombekirin, 2 kes hatin destgîrkirin. Dorpêça li gund jî hîna dewam dike.

Duh bi şev Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras çû gundê Çamîliyê, lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin ku bikeve gund. Ozaras got, li maleke vala du kes hatin înfazkirin û hê tespît nekirine ku ev kes kî ne. Ozaras destnîşan kir ku leşkeran li ser îxbarekê, bêyî ku li derdor tedbîrekê bigirin yan jî agahiyek bidin mal bombe kirine û got: “Nehiştin em bikevin gund, lê me bi mûxtarê gund re hevdîtin kir. Gund hîna dorpêçkirî ye. Gundiyan ragihand ku cenazeyek ji maleke vala hatiye derxistin û cenazeyek jî di bin kavilan de maye. Yanî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Em ê careke din hewl bidin ku bikevin gund. Di nava 2 rojan de, em ê têkildarî tiştên ku li gund qewimî ne, raporekê bi raya giştî re parve bikin. Mexdûriyetek cidî û binpêkirina mafan li holê heye.”