Derkete holê AKP’yî yên ku bi darbeya siyasî dest li ser şaredariyên DBP’ê dane bi bertîlê karkeran digirin. Tê gotin lîsteya karkerên ku wê werin standin ji hêla rêveberiya Bajêr û Navçeyan a AKP’ê ya Wanê ve têne amadekirin û qeyûm jî li gorî van lîsteyan mirovan dixin kar. Dema ku karkeran digirin jî li gorî wesfê karker bertîlê dixwazin. Li gorî vê ji bo karkerên taşeron 2 hezar û 500 tl, ji bo karmendên bi peyman 10 hezar û ji bo karmendên kadro jî 15 hezar TL bertîlê dixwazin.
‘HEKE HIQÛN NE ALÎGIR BÛYA MIN Ê GILIH BIKIRA’
Kesekî ku nexwest navê xwe bide û bi xwe bûye şahid ji ANF’ê re got: ‘’Ev bi salan e ji bilî karê rojane karekî domdar min nedît. Ji bo ku kar bibînim weke bi hezaran kesên Wanê li gel ku min dizanîbû ku formalîte ye jî min serî li ÎŞ-KUR’ê da. Piştî ku demekê serlêdana min tiştek bi xwe re neyîn ez çûme cem Serokê Bajêr ê AKP’ê Zahîr Sogandan. Min rewşa xwe jê re got û min got pêdiviya min bi kar heye. Wî jî got, ‘’Tu jî weke her kesî 10 hezar TL’yî bîne. Em te têxin şaredariyê’’ Min jî jê re got, ‘’10 hezar TL’yê min hebûya min ê karê xwe bikira û li çareya serê xwe bigeriyama’ û derketim.’’ Li vî welatî heke min bawer bikira ku hiqû ne alîgir e û rast dixebite, min ê gilhê van bikira û ev hemû vegotana.’’
‘ÎŞ-KUR FORMALÎTE YE’
Li gorî îdîayeke Midûrê Şûbeya Wanê yê ÎŞ-KUR’ê Mehmet Salih Serçe di civatekê de gotiye, ‘’Ev der( ÎŞ-KUR) êdî formalîte ye. Milet tê fotokobiya nasnameya xwe datîne. Piştre em pê dihisin ku ev kes li şaredariyê dixebitin.’’ Ev jî nîşan dide ku îdîayên bertîlê çend rast in. Piraniya gelê Wanê ji rewşa bertîlê agahdar e. Çapemeniya ku heta niha qet deng ji xwe nayîne, piştî ku bi vê rewşê hisiyaye ketine wê tirsê ku mijarê bibin ser tiştine dî.
ÇAPEMANIYA ALÎGIR LI MIJARA BERTÎLÊ MIKUR HAT
Nûçegihanê alîgirê AKP’ê Ziya Turk çend roj berê gendeliyên ku têne kirin nivîsî. Bertîlên di nav AKP’ê de yek bi yek vegot û ji eniya xwe ve li xwe mikur hat. Turk di nivîsa xwe de Zahir Soganda diparêze, ev jî balkêş e. Bûyera bertîlê ya têkildarî Soganda çûye ber darazê, tê gotin ku Turk ji bo vê ev nivîs nivîsiye, dixwaze têgihiştine cuda çêbike, bi mebesta ku Tirk biparêze.