‘Serketina Rojava encama serhildana 12’ê Adarê ye’

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir, ku Şoreşa Rojava encama Serhildana 12’ê Adara 2004’an e.

Koordînasyona Giştî ya Rojava, şehîdên komkujiya 12’ê Adara 2004’an bibîr anî û destnîşan kir, ku Şoreşa Rojava; li dijî rejîma Baas û komkujiyan, encama serhildanên gel e.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Roja 12`ê Adarê gelê me li dijî desthilatdaran rabû serhildanê. Desthilatdaran dixwestin vîna gelê me bişkîne. Lê belê vîna gelê me û lêgerînên wan ên azadiyê hêz da wan ku li dijî zilmê rabin serhildanê. Çirûska serhildanê li bajarê Qamişlo pê ket. Ev çirûsk ji Qamişlo belavî Kobanê, Efrîn, Şam û Helebê belav bû û gel bi wêrekî li dijî desthilatdaran rabûn serhildanê.

Gelê me di Şoreşa Rojava de ji hemû aliyan ve gihîşte serketinên mezin. Ji gelek eniyan ve li dijî dagirkerî û terorê têdikoş e. Gelê me ji cîhanê re isbat kir ku ew dikare projeya demokratîk a li ser bingehê netewa demokratîk û biratiya gelan hatiye avakirin, biserbixîne û ev serketin encama serhildana 12`yê Adarê ye.

Em weke Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kiryarên rejîmê ku li ser gelê me daye meşandin û di encamê de bi dehan şehîd û birîndarên me çêbûn, şermezar dikin. Em soz didin ku li ber xwe bidin û bi ruhê Serhildana 12'ê Adarê têbikoşin. Armanca şoreş û projeya me ya demokratîk ew e ku Sûriyeyê û giştî herêm bigihîje rewşeke bi ewle û aram."