Şerê li ser sînorê Bakur-Başûr

Li ser sînorê Bakur-Başûrê Kurdistanê şerekî leşkerî, siyasî û psîkolojîk tê meşandin. Gelo li her du aliyên Metîna û Heftanînê çi diqewimin?

Dewleta Tirk, ji barkêşî heta karên kontra, nokeriya li ser sînor timî xwedî dike. Ji Hêzilê heta Zagrosan, ji bo herêma navbera Başûr-Bakur bi temamî kontrol bike; li ser hemû giran bi cih bibe, kalekolan çêbike, tunelên binê erdê veke û sîstema rû nas dike ava bike, dixebite. Cerdevan hêza pêşeng a vê yekê ne. Mirovên alîgirê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ku cerdevaniyê qebûl nakin, bi zor û zehmetiyên debarê re rû bi rû dimînin. Her wiha ji cerdevan an jî sercerdevanên naxwazin tevlî operasyonan bibin li ser navê PKK'ê mesajên gefxwarinê tên şandin û bi vî rengî hewl tê dayîn ku wan hîn nêzî dewletê bikin. Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê hewl dide, kesên ji 45 salî mezintir ên bê şexsiyet bûne û nema dikarin şer bikin teqawît bikin û şûna wan dagire. Dixwaze nifşê nû hîn bêhtir tevlî şer bike, hîn bêhtir bike Tirk û bike endamekî Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH). Tevgera Azadiyê ya Kurd jî, ji bo pêşî li van planên zexel ên dewletê bigire her tim hewl dide cerdevanan qezenç bike, nehêle ku hîn bêhtir sûc bikin û dijminatiya li gel biterikînin. Rayedarên PKK'ê hewl didin wan bikişînin qada xizmeta ji bo Kurd û Kurdistanê û di her firsendê de bang li wan dikin ku ji nava vê çiravê rizgar bibin. Gel jî xwedî wê hêz û berxwedêriyê ye, ku dek û dolabên zîhniyeta berê ya dewletê, ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve tên gerandin, pûç bike. Dest ji têkoşîna azadiyê ya Kurd bernade, rêxistiniya xwe xurt dike, xwedî li vîna xwe derdikeve û ewladên xwe yên fedakar hembêz dike. Em niha ji nêz ve li rewşa li ser sînor binêrin.

QADA METÎNA

Çiyayê Metîna li aliyê rojhilat ji qiraxa Çemê Zapê dest pê dike û li aliyê rojava heta deşta Zaxoyê dewam dike. Yanî herêma di navbera Çemê Xabûrê û Çemê Zapê de ye. Li aliyê başûr digihêje heta rêzeçiyayên Garê û li bakur jî digihêje heta zozanên Qaşûra. Li aliyê rojhilat Kanîmasî, li herêma navîn Begova û deşta Zaxo û bajarokê Batûfa hene. Li aliyê başûr ê sînor, bi giranî eşîra Berwarî dijî. Herêma Qaşûra, ku Şirnex û Colemêrg lê digihêjin hev, aliyê bakur ê Metîna ye. Qaşûra hem navê herêmê ye hem jî navê eşîrê ye. Nîvekî Qaşûra li Çelê, nîvê din jî li Qilabanê ye.
Gundên li aliyê Qilabanê ev in: Elemûn, Şifreza, Geremûs, Arûş. Gundiyên li Qilabanê dijîn bi giranô Goyî ne, beşek jê jî ji eşîra Sindî ne. Gundên li aliyê Çelê jî ev in: Aşûdê, Zawite, Merganê, Gemanê û Deştanê. Aşûdê ku li aliyê Zapê ye, weke gundekî welatparêz tê naskirin. Li dijî  berxwedana xwerêveberiyê hemû cerdevanên li ser sînor bi kar anîn. Lê belê cerdevanên li gundê Aşûdê tevlî operasyonên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd nebûn.

LI HEMÛ GUNDAN QEREQOL HENE

Li hemû gundên li bakurê Metîna, qereqol û girên ser bi qereqolan hene. Qereqolên li ser sînorê Qaşûra ev in: Kopki, Kurukê, Omerya, Tepê Şehîda, Tepê Lezgîn, Kuro Şîno, Çeperê Şêxa, Tepê Sor û Stûna.

NIKARIN BIÇIN GUNDÊN XWE

Gundiyên Orê, Tirvaniş û Helwê yên li newala navbera Stûna û Kuro Şîno de cih digirin, ji ber êrîşên giran ên dewleta Tirk nikarin biçin gundên xwe.

QADA HEFTANÎNÊ

Qada Heftanînê jî li sêgoşeya Rojava, Bakur û başûr e û herêma di navbera Çemên Hêzil û Xabûrê de ye. Ji aliyê başûr ve digihêje Zaxoyê, li aliyê bakur jî digihêje Silopiya û Qilabanê. Qilaban û Silopiya li gorî Qaşûra qadeke ku kontrola dewleta Tirk hîn bêhtir e û karên kontra û cerdevaniyê lê zêdetir e.
Li ser sînorê ji aliyê dewletê ve hatiye diyarkirin, qereqol hatine çêkirin: Qereqolên Xabûr2, Yekmal, Hedriş, Bermane, Sinek, Maymun, Çete, Serbend, Şivan, Spindarok, Kiryareş, Gitte Kevin, Ş. Mesut, Deştokê, Silip û Karaçali.
Gundên li aliyê Qilabanê ne: Boceh, Roboskî, Nêrweh, Mêrgeh, Billeh, Ziravik, Kiror, Ripinî, Derahîn, Kadûn, Sêgirkê, Şêxan, Hilal, Mijinî û Rapinî.
Gundên li aliyê Silopiyayê ne: Gite, Silip, Kokitê, Bêspin, Bilika, Alaniş, Sineht û yên din. Li Ripinî, Sêgirkê û hin gundên din, 'tîmên xençerê' yên dewleta Tirk hene ku ji bo êrîşî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bikin hatine amadekirin. Gelek ji muxtarên gudnan jî ji aliyê dewletê ve hatin hilbijartin û piraniya wan alîgirê dewletê ne.
Gundiyên li vê derê ji eşîrên Qaşûra û Sindî ne.

JI SEDÎ 90'Ê GUNDIYAN HATINE KOÇBERKIRIN

Ji Çemê Hêzilê heta Deriyê Xelîl Brahîm, gundên li başûr û bakurê çem, bûn hedefa terora dewleta Tirk û ji sedî 90 ê gundiyên vê herêmê hatine koçberkirin. Bi dehan gund hene li vê herêmê, ku di salên 1990'î de hatine valakirin. Tevî ku erdekî xwe yê berhemdar û bexçeyên fêkiyan hene, gundî nikarin jê sûdê werbigirin. Gundiyên dixwazin pezê xwe bibe zozanan û bide çêrandin, neçar dimînin destûrê ji qereqolê bigirin. Gundiyên ku bi girtina destûrê dikarin bikevin nava erdê xwe, gelek caran heqaret li wan tê kirin û li wan tê xistin. Heta niha li ser sînor gelek sivîl hatine kuştin. Piraniya van jî şivanên ku emrê wan hê zarok bû.

DIXWAZE TÊKILIYA NAVBERA GEL Û GERÎLA BIBIRE

Li mintiqeya navbera Kêrê, Hêzil û Xelî Brahîm, bi dehan gund hene ku di salên 1990'î de ji ber êrîşên dewleta Tirk hatine valakirin. Piraniya gundên li nêzî sînorê Heftanînê li ber vê koçberkirinê ketine. Merga Şîş, Dera Şîş û Qesrok mînakên berbiçav ên vê yekê ne. Ji van gundan re 'Xerab Gund' tê gotin. Weke ku tê zanîn, di salên 1990'î de zêdeyî 14 hezar gundên li Bakurê Kurdistanê hatin valakirin û 4 mîlyon mirov neçarî koçberiyê hatin hiştin. Gundiyên nexwestin gundê xwe vala bikin, zilmeke giran li wan hate kirin. Heman polîtîka li herêma Başûr jî hate meşandin. Sedema bingehîn a van polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser sînor, qutkirina ji hev a gel û gerîla ye.

PDK QEREQOLÊN DEWLETA TIRK DIPARÊZE

Di vir de PDK dikeve dewrê. Herêma başûr di navbera Kêrê, Hêzil û Xelîl Brahîm weke 'Dehlikê' tê naskirin. Bilindahiya cihên qereqolên li aliyê Bakur ên li pêşberî vê mintiqeyê, li gorî Başûr nizmtir e. Ewlekariya van qereqolan ji aliye Başûr ve tê kirin. Ji ber vê yekê, li hemû girên stratejîk ên li Başûr ên li pêşberî qereqolên Tirk, qereqolên PDK'ê hene. Armanca van qereqolan, tenê parastina qereqolên Tirk e.

XEBATÊN SÎXURKIRINÊ

Qereqolên dewleta Tirk ên li başûr, di heman demê de ji bo karê sîxuriyê weke pirekê tevdigere. Mînak; wezîfeya nuqteyên MÎT'ê yên li Zaxo û Batûfayê şandina sînoran li nava PKK'ê û bicihkirina çîpan e.

QADÊN KU ZILM LÊ GIRAN E

Li gelê ku nêzî qadên gerîla ne, dewlet zilmeke bêsînor dike. Û ev rewş îro jî dewam dike. Dewlet qîma xwe tenê bi zext, îşkence û mirinê nîne. Di heman demê de bi çikandina çavkaniyên debarê hewl dide gel bike hewcedarê xwe. Ev xetên ku ji ber nêzî qadên gerîla ne berdêleke giran didin, mêtîngeriya ku Kurdistan parçe kiriye, radixe pêş çavan. Ji aliyê dewletê ve weke 'aliyê din ê sînor' tê binavkirin. Halbûkî aliyê din jî ev alî jî Kurdistan e û gel yek e. Mînak gundiyên gundê Kestê yê li Başûrê Kurdistanê û gundiyên Elemûn û Şifreza yên li Bakurê Kurdistanê xizmên hev in. Tenê cudahiyek di navbera wan de heye. Ew jî, nasnameya ku dewletên cuda dane wan e.

XEBATÊN PERWERDEYÊ YÊN LI DERDORÊ

Xebatên perwerdeyê yên hemû qereqolan li qadên çiyayî yên li dora qereqolan tên meşandin. Li vê derê leşkerên bi pere şer dikin, tên perwerdekirin. Hemû xebatên perwerdeyê yên qeerqola Tûgay a li Çelê, li dora vê qereqolê ne. Ev bi giranî ji cerdevanan, mirovên sêwî, bêkar û yên di dibistanê de neserketî ne, pêk tên. Li Çelê, gelek kes ji ber ku bêkar in neçar dimînin berê we bidin karên dewletê. Birina xîzê ji bo qereqolê, birina malzemeyan bi mînîbusên sivîl ji bo qereqolan û ji bo kontrolkirina rê ji mayînan, dayîna pêş...

QUTKIRINA BAKUR Û BAŞÛR JI HEV

Dewleta Tirk ji bo sînorên Bakur û Başûr ji hev qut bike, her wiha ji bo gel û gerîla ji hev cuda bike, qereqolên xwe li gorî vê ava kiriye. Mînak; qereqola Xabûr 2 a li aliyê bakur ê Heftanînê ye, ji aliyê cofrafîk ve rola xwe ev e. Armanca herî mezin a vê qereqolê, qutkirina her du aliyên sînor ji hev û biyanîkirina gel. Kontrayên herî çavsor li van qereqolan tên amadekirin.

HERÊMA QIRÊJ A NOKERIYÊ

Li bakurê Metîna-Heftanînê, çavkaniya herî mezin a debara gel bazirganiya sînor (qaçaxçitî) e. Ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran bi hinceta ewlekariyê hatin qedexekirin û timî tên bombekirin, ev herêm nayê bikaranîn. Piraniya erdê vê derê jî di bin navê cemawerîkirinê de ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin. Bi vî awayî gundî nikarin çandiniyê û karê xwedîkirina sewalan bikin. Cihekî ku karibin lê bixebitin nîne. Ji ber vê zordariya dewletê neçar in qaçaxçitiyê bikin. Yekane rêya debarê ev e. Lê belê di vir de jî dîsa dewleta Tirk derdikeve hemberî wan. Bi zext, şîdet û komkujiyê pêşî li wan tê kirin. Hêstirên wan jî tên telefkirin. Dema ku ev rê jî li pêşiya wan tê girtin, hingî tenê bijartiyek dimîne; ew jî cerdevanî ye. Lewma dewlet polîtîkayeke welê dimeşîne, ku ji barkêşî heta kontratiyê, qadeke nokeriyê dafirîne.

CERDEVANAN DIDIN PÊŞ

Li qadên gerîla, di hemû operasyonan de cerdevanan didin pêş. Cerdevanên di operasyonên dema dawî de didin pêş, ji aliyê dewleta Tirk ve bi zanebûn hatine neqandin. Ji Hêzilê heta Zagrosan, ji bo herêma navbera Başûr-Bakur bi temamî kontrol bike; li ser hemû giran bi cih bibe, kalekolan çêbike, tunelên binê erdê veke û sîstema rû nas dike ava bike, dixebite. Cerdevan hêza pêşeng a vê yekê ne. Mirovên alîgirê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ku cerdevaniyê qebûl nakin, bi zor û zehmetiyên debarê re rû bi rû dimînin. Her wiha ji cerdevan an jî sercerdevanên naxwazin tevlî operasyonan bibin li ser navê PKK'ê mesajên gefxwarinê tên şandin û bi vî rengî hewl tê dayîn ku wan hîn nêzî dewletê bikin. Mînak; Li Silopiyayê sercerdevanekî nexwest tevlî êrîşên li dijî berxwedana xwerêveberiyê bibe. Li ser vê yekê gule li mala wî hate reşandin û bombeya destan avêtin mala wî. Îdîa kirin ku ev yek ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin. Ev mînakeke ku deşîfre bûye.

XELEKA NOKERIYÊ TÊ AVAKIRIN

Dewleta Tirk, cerdevanî (hêzên milîs ên alîgirê dewletê) ku di salên destpêkê yên damezrandina xwe de ava kir, piştî Pêngava 15'ê Tebaxê ji nû ve zindî kir. Dewletê xwest, bi rêya vê yekê hem îstîxbarateke baş kom bike, li herêmê serdest be, bibe xwedî hêzeke erzan û Kurdan bi destê Kurdan bikuje. Cerdevanên kir kujer û sûcdar, mehkûmî tirsa mirinê û tecrîda civakî kir. Bi vî awayî, hin ji wan ne tenê cerdevan man, di heman demê de bûn kontra û veguherîn çeteyên bi dewletê ve girêdayî. Ji aliyê madî ve hîn bêhtir derfet dan van û nokerî mayînde kirin. Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê hewl dide, kesên ji 45 salî mezintir ên bê şexsiyet bûne û nema dikarin şer bikin teqawît bikin û şûna wan dagire. Dixwaze nifşê nû hîn bêhtir tevlî şer bike, hîn bêhtir bike Tirk û bike endamekî Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH). Kontrayên bi kincê Tevgera Taybet ku me di şerê bajaran de dît, ji van hatine neqandin. Bi operasyonên lokal ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re ev tên perwerdekirin û tecrûbekirin.

KARÊ BI BERDÊLA NOKERIYÊ

Şertê bicihkirina mirovan li kar jî, nokerî ye. Mirovên li gumruk û santralan dixebitin, neçar in weke endamekî îstîxbaratê bixebitin. Yên vê qebûl dikin jî noker in. Mînak; li herêma gittê Bespîn a navçeya Qilabanê Santrala Termîş a Ceytaş heye. Di kontrola AKP'ê de ye. Mirovên li vir tên xebitandin jî xizan an jî mirovên pêwîstiya xwe bi kar heye, nînin. Yên li vir dixebitin hemû kontra ne, xizmên cerdevanan e, noker in.

TALANKIRINA XWEZAYÊ

Li baregehên li ser sînor, ji bo pêşî li çalakiyên gengaz ên gerîla were girtin, darên li girên derdorê tên birîn. Vê talana xwezayê jî di bin navê debarê de bi destê kontrayan weke karekî asayî dide kirin. Birîna daran dikin îhale û vê îhaleyê jî didin kontrayan.

PKK HER TIM HEWL DIDE QEZENÇ BIKE

Tevgera Azadiyê ya Kurd jî, ji bo pêşî li van planên zexel ên dewletê bigire her tim hewl dide cerdevanan qezenç bike, nehêle ku hîn bêhtir sûc bikin û dijminatiya li gel biterikînin. Rayedarên PKK'ê hewl didin wan bikişînin qada xizmeta ji bo Kurd û Kurdistanê û di her firsendê de bang li wan dikin ku ji nava vê çiravê rizgar bibin. Welatparêzên li vê herêmê, ji xwe haya xwe ji vê heye. Tevî hemû êrîşên dewletê jî dest ji têkoşîna azadiyê ya Kurd bernadin, rêxistiniya xwe xurt dikin, xwedî li vîna xwe derdikevin û ewladên xwe yên fedakar hembêz dikin. Gel jî xwedî wê hêz û berxwedêriyê ye, ku dek û dolabên zîhniyeta berê ya dewletê, ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve tên gerandin, pûç bike.