Şerê li dijî Kurdan tê wateya krîza aboriyê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku sedema krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê polîtîkayên Erdogan û dijminatiya li Kurdan e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku sedema krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê polîtîkayên Erdogan û dijminatiya li Kurdan e.
Karasû di beşa duyemîn a hevpeyvîna taybet a bi ajansa me re, sedemên krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê, guhertina destûra bingehîn û danûstandinên dema dawî yên navbera Bexda û Enqereyê nirxand.
DIXWAZIN DESTÛRA BINGEHÎN A 12'Ê ÎLONÊ JI NÛ VE PÊŞKÊŞ BIKIN
Karasû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên li ser amadekririna destûra bingehîn li Tirkiyeyê û got, "Dibêjin wê di bîst xalan de guhertinê bikin. Lê ev ne guhertina bîst xalan e, çêkirina destûreke nû ya bingehîn e. Destûreke bingehîn a bi çi rengî? Restorekirina destûra bingehîn a 12'ê Îlonê, amadekirina destûreke bingehîn a nû ya 12'ê Îlonê ye. Divê mirov bi vî rengî pênase bikin. Ji xwe Rêbertî di parêznameyên xwe de destnîşan kiribû, ku AKP'ê dixwaze destûreke bingehîn a nû ya 12'ê Îlonê amade bike. Niha jî vê yekê bi MHP'ê re dike."
KURD WÊ LI BER VÊ RABIN
Karasû da xuyakirin, ku ji sala 1924'an û vir ve her tim faşîzm saz bûye û ya niha tê destnîşankirin jî, faşîzm e. Mûstafa Karasû ragihand, dewam ku destûra bingehîn pêşkêşî Kurdan hat kirin, Kurd wê vê red bikin, wê bêjin 'em vê sîstemê' red dikin û got,"Çawa ku li dijî Destûra Bingehîn a sala 1980'ê Çewlikiyan bi rêjeyeke ji sedî şêstî, heftêyî li ber rabûn û jê re gotin na, Kurd jî bi rêjeya ji sedî heftê, heyştê dikarin ji vê destûra bingehîn re bêjin na."
ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN TÊ WATEYA KRÎZA ABORIYÊ
Karasû di dewama axaftina xwe de işaret bi krîza aborî ya li Tirkiye kir. Karasû anî ziman, çavkaniya aboriyê ji sedî sed siyasî e û destnîşan kir, ku ev tespît xweş li Tirkiyeyê rûdinê.
Karasû ev mijar wiha nirxand:
"Li Tirkiyeyê di salên dawî de ji aliyê aboriyê ve hinekî pêşketin çêbûn. Çima? Me şer sekinand û agirbest îlan kir. Li Tirkiyeyê hinekî rehetî çêbû, aborî bi pêş ket. Rewşa me ya şernekirinê rê li ber pêşketina aboriyê vekir. Eger me weke salên 90'î şer bidomanda, agoriya Tirkiyeyê ji mêj ve têk çûbû. Rêber Apo piştî dîlgirtinê, bi firsenda vê yekê got, 'em bêjin we ez dîl girtin, we her tim ez weke pirsgirêk didît, werin wê demê em pirsgirêkê çareser bikin'. Agirbest îlan kir. Kir ku bêhn bê ber Tirkiyeyê. Piştî vê jî, pêşketina aboriyê çêbû. Niha çi bû? Ji nû ve li dijî Kurdan şer hat kirin. Şerê salê 90'î rê li ber krîza aboriyê ya 2000'î vekir. Di 2000'î de aboriya Tirkiyeyê têk çûbû. Wekî din, hûn dizanin bê komploya navneteweyî çawa hat kirin? Tirkiyeyê serî li NATO da. Jê re got 'Ji aliyê aborî û siyasî ve ez têk diçim. Werin û min rizgar bikin'. Kengî? Dema Rêbertî dîl hat girtin, aborî têk çû. Fatûreya têkçûna aboriyê jî li gel birîn. Di 2001'ê de bi Kemal Dervîş re, bi devaluasyonê re. Bi vî rengî rizgar kirin.
Erdogan ji ku hat Rewşa Awarte? Bi şerê deh salan ê li dijî Kurdan re ket nava Rewşa Awarte. Niha careke din li dijî Kurdan ketiye nava şer. Şerê dijwar ê li dijî Kurdan tê wateya krîza aboriyê. Li aliyê din têkiliyên bi Sûriyeyê re baş bûn. Têkiliyên bi Îran, Rûsyayê re baş bûn. Dema ku Erdogan polîtîkayeke hinekî nerm meşand, têkiliyên bi her kesî re nerm bû, aborî hingî hinekî bi pêş ket. Niha Sûriye hilweşiya ye, berê xwe nade wê derê. Têkiliyên xwe yên bi Misrê re xera bû. Bi Iraqê re heta duh ne li hev bû. Li dijî Kurdan şer îlan kir û aboriya xwe serberjêr bû. Niha li pey hev bombe li bajaran diteqin. Li Reîna teqiya. Gelo êdî tûrîstê were? Tûrîstê neyê, ji xwe nayê. Wê hilweşe."
GELO QIRKIRIN NE SÛC E?
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, ya rê li ber hilweşîna aboriyê vekiriye, polîtîkayên Erdogan e, dijminatiya li Kurdan e, polîtîkaya binpêkirina Kurdan e, têgihiştina 'heta ferdê dawî, ez ê biqedînim' e.
Karasû wiha dewam kir: "Yê Tirkiye xist nava krîza aboriyê dibêje, 'heta yekî tenê ji wan bimîne, em ê bieciqînin'. Serokê fermandariya giştî, Bînalî Yildirim dibêje 'heta yekî bi tenê ji wan bimîne, em ê bieciqînin'. Ya ku rê li ber krîza aboriyê vekiriye, ev e. Tu kê dieciqîne, tu mêşê dieciqîne? Gelo çend hikûmetên mîna te hatin? Pirsgirêkek sed salî ye. Ji xwe ev çil sal in Kurdan xwe zane kirine, bi rêxistin kirine û li Rojhilata Navîn xurt bûne. Tu yê çawa bieciqîne? Belê, dibe ku tu zerarê bide Kurdan, lê belê tu nikare bieciqîne. Ya tu yê çil mîlyonî qir bike. Gotina 'Ez ê Kurdan bieciqînim' tê wateya ez ê çil mîlyonî qir bikim. Gelo tu yê qir bike? Ji xwe şerê xwe yê li cîhanê jî ji ber vê yekê ye. Ji cîhanê re dibêje 'ez ê Kurdan qir bikim, destûrê bide min'. Wê çawa destûra qirkirinê bide te? Gelo qirkirin êdî ne sûc e? Qirkirina Ermeniyan, qirkirina Yahûdiyan, qirkirinên din ne sûc e? Tu niha dixwaze Kurdan qir bike, ev jî sûc e. Niha dixwazî Ewropa, DYA, her kesî bike şirîkê vî sûcê xwe yê qirkirinê. Ez hişyariyê didim; bila Ewropa, DYA, kesek nebe şirîkê sûcê qirkirinê yê dewleta Tirk. Gelo Ewropa dikare bixwaze bibe şirîkê qirkirinê? DYA dixwaze bibe şirîkê qirkirinê? Sûriye, Îran, Iraq dixawze bibe şirîkê vê qirkirinê?"
HETA BIHARÊ WÊ KRÎZA ABORIYÊ BITEQE
Karasû destnîşan kir, polîtîkaya dewleta Tirk qirkirin e û got, "Lewma zextê li we her kesî dike ya jî xwe pêşkêşî her kesî dike. Hilweşîna xwe ya aboriyê ji ber vê yek. Ji sedî sed ji ber sedemên siyasî ye. Pêwendiya xwe bi rewşa aborî ya li cîhanê re nîne. Rewşa aboriyê ya li cîhanê carna banorê li Tirkiyeyê dike. Ji ber ku aboriyên cîhana îro bi hev ve girêdayî ne. Lê belê rewşa vê carê ne welê ye. Niha dijminatî li Kurdan tê kirin. Ji ber ku dijminatiyê li Kurdan dike, şer rû dide. Ji ber vê dijminatiya xwe ya li Kurdan dibêje; Ji bo têkbirina Kurdan ez ê êdî li nava Tirkiyeyê nemînim, ez ê biçim derve jî. Ez ê biçim Sûriyeyê jî, Iraqê jî, cîhanê jî. Şer dibe her derê. Encama vê yekê wê çi be? Wê krîzên siyasî derbasî her cihî bike. Ev jî tê wateya krîza aborî. Lewma dikarim bêjim; di vê biharê de wê krîza aboriyê biteqe. Tûrîzm wê bi pêş nekeve, wê tûrîst neyê. Êdî Tirkiye nikare xwe bi hatineyên ji tûrîstan li ser piyan bigire. Heta niha xwe bi hatineyên tûrîzmê hinekî li ser piyan digirt."
TIRKIYE XWE BI PEREYÊ BAŞÛR XWEDÎ DIKE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin, yekane hatiya ku niha Tirkiyeyê rehet dike, petrola Başûrê Kurdistanê ye û ev tespît kir: "Dikarim vê yekê jî bêjim; Tirkiye ji sedî 70'ê yê petrola Başûrê Kurdistanê dixwe. Ji sedî 30 ji Kurdan re dimîne, belkî ew jî namîne. Tirkiye hemû malên xwe yên xerabe jî dişîne Başûrê Kurdistanê. Tirkiye xwe bi pereyê Başûr xwedî dike. Ji aliyê desteka siyasî ve jî, bi hev re dijberiya PKK'ê dikin. Ji aliyê siyasî ve hewl dide bi vî rengî xwe li ser piyan bigire. Ji bilî vê yekê cihekî ku dewleta Tirk lê nefesê bigire, nîne. Ji xwe ev yek dît û niha hewl dide xwe bavêje hembêza Sûriiyeyê, hembêza Ebadî. Hê berî mehekê ji Ebadî re gotibû 'tu ne li gorî min e, asta te ne li gorî min e'. Niha jî di telefonê de li ber wî digere. Yanî asta wî jî ewqas e. Eger tişta te digot rast be, eger Ebadî bi wî rengî be, wê demê tu jî niha bi heman rengî ye. Li Tirkiyeyê krîza siyasî ya heyî bi rastî jî gihîştiye vê astê. Çareseriya ê yekê, çareseriya pirsgirêka Kurd e, demokratîkbûn e. Eger pirsgirêka Kurd çareser neke û demokratîk nebe, wê ji aliyê aborî ve têk biçe. Ne tenê ji aliyê siyasî ve, ji aliyê aborî ve jî wê têk biçe."
GERÎLA ALÎKARIYÊ DIDE XWEPARASTINA YBŞ'Ê
Karasû da zanîn, Tirkiye ji bo pêşîgirtina li PKK'ê niha li ber Ebadî digere û got, "Duh li Başîka, ji bo Mûsilê gef bû. Mûsil nebû, niha jî dibêje em çawa dikarin PKK'ê ji Şengalê derxînin. Li wê derê PKK filan nîne. Gerîla çû wê derê alîkarî da Êzidiyan. Meclîsa Êzidiyan ava bû, alîkarî da xweparastina Êzidiyan. YBŞ ava kirin. Li wir YBŞ heye. Hejmareke kêm a gerîla heye. Gerîla li wê derê alîkariyê dide xweparastinê ya YBŞ'ê. Ya rast pirsgirêk ne gerîla û PKK ye. Pirsgirêka wan bi xeta Rêberî re heye. Ji ber ku xeta Rêbertî civaka Êzidî ji fermanê rizgar kir. Gerîla ew ji fermanê rizgar kirin. Êzidî, Kurd xwerêveberiyekê li ser xeta Rêberî ava dikin. Wê li wê derê sîstemeke xwerêveberiyê ava bikin. Dixwazin wê ji hev bixin. Dixwazin xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan ji hev belav bikin. Ji ber vê yekê dixwazin bikevin Şengalê. Niha jî li ber Ebadî digere."
BILA KES LI SER PKK'Ê BAZARÊ NEKE
Karasû destnîşan kir, ku nêzîkatiya Iraqê û Ebadî ne rast e û got, "Heta duh li hev nekirin û bi hev ketibûn, niha jî radibin li ser PKK'ê bazarê dike. Ev şerm e. Em hişyariyê didin DYA, didin her kesî. Bila kes li ser PKK'ê bazarê neke. Êdî bes e, şerm e. Rewşeke li dijî mirovahiyê ye. Bazara li ser PKK'ê bi kêrî ti dewletê nayê. Bazara li ser qirkirina Kurdan bi kêrî ti dewletê nayê. Ti ji dewleta bazarê li ser qirkirina Kurdan dike, wê bi ser nekeve. Eger ji wan heye ku bi bazara li ser PKK'ê re wê karibin tiştekî bi dest bixin, nikarin tiştekî bi dest bixin. Ti xêrê ji axa Rojhilata Navîn nabînin."