Serdanên şehîdgehan bi tena xwe bersiva herî mezin e

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Qurbanê pîroz kir û diyar kir ku serdana goristanên şehîdan bi tena serê xwe bersiva herî mezin e.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi boneya cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de cejna gelê Kurd û hemû alema Îslamiyetê pîroz kir. Di daxuyaniyê de  bal hate kişandin ser mîrateya şehîdên şoreşê, bi taybetî yên Cenga Heftanînê û wateya cejnê ya di vê pêvajoyê de û diyar dike ku divê bi ruhê berxwedaniyê pêşwaziya wê cejnê bê kirin.

Naveroka daxuyaniya komîteyê bi vî rengî ye:

“Di kesayeta şehîdên mezin ên 14’ê Tîrmehê ku bi bedena xwe li hemberî faşîzm, teslîmiyet û îxanetê sekinîn de ku di şert û mercên herî dijwar de berxwedanî, xeta fedayî û qehremaniyê kirin bingehê tekoşîna azadiyê. Îro rêheval Rustem Cûdî xwedî li vê mîrasê derket û ala Bêrîtanan, Viyanan û Zîlanan li ba kir û darbeyek li feraseta dagirker, qirker û xeta îxanetê da. Em şehîdên Cenga Rûmetê ya Heftanînê û hemû şehîdên Şoreşê bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin û soz didin armanc û xeyalên wan pêk bînin.

Weke ku tê zanîn Tevgera Azadiyê PKK her tim bi rastiya şehîdan xwe mezin kiriye û di pêvajoyên herî dijwar de bi berxwedana şehîdên qehreman serkeftin bi dest xistiye. Rastiya şehîdan û wateya ku li şehadetan tê barkirin, her tim bûye wesîleya destpêkên nû. Her şehîdek bûye wesîleya gavên herî mezin ku tevgera me roj bi roj ber bi azadiyê û serfkeftînê ve dibe. Her şehîdek dema canê xwe di oxira parastina nirx û deskeftiyên gelê Kurd û gelên bindest de dike gorî, li dewsa wan qehremanên fedayî bi hezaran keç û xortên hêja berê xwe didin nava refên gerîla. Ew ewladên gelê me yên herî hêja ne ku bi paradigma û felsefeya Rêber Apo dibin qehreman û fedaiyên ku tekoşîna azadiyê bilind dikin.

Em di pêvajoyek ewqas girîng de ku li her devera Kurdistanê berxwedaniyên bê hempa li hember dagirkerî, faşizm û teslîmiyetê tê meşandin de cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Cejna Qurbanê sembola wekhevî, azadî û yekîtiyê ye. Lê tê dîtin ku bi giştî di Rojhilata Navîn û bi taybetî di Kurdistanê de em bi êrîşên faşîzma AKP-MHP û bi berxwedaniya gelê me ya li hemberî wê pêşwaziya cejnê dikin. Jixwe faşîzm dixwaze van rojên herî pîroz ên gelê me veguherîne xemgînî û êşên mezin. Bi êrîşên li ser şehîdgehan armanc kir ku mêjûyê berxwedana me tine bike. Li hember vê êrîşa ku ti pîvan û exlaqên civakê nas nake, xwedîderketina li şehîdan pir girîng e. Serdanên şehîdgehan, bîranîna şehîdên me yên qehreman, bi tena xwe bersiva herî mezin a li hember desthilatdarî û faşîzmê ye.

Bi vê boneyê em Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê em di kesayeta berxwedêrên Cenga Heftanînê ku bi xeta fedayî û qehremaniyê heta dawî li ber xwe dan û tevlî karwanên şehîdan bûn, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza serxistina armanca wan dubare dikin. Em cejna Qurbanê di serî de li malbatên şehîdan, gele Kurd ên azadîxwaz û hemû alema Îslamiyetê pîroz dikin.”