Serdana heyeta HDP’ê ji bo Başûrê Kurdistanê didome

Heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê û parlamenteran pêk tê li Hewlêrê bi Serokê Gitşî yê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya. Heyeta HDP’ê piştre çû serdana KNK’ê.

Serdana heyeta HDP’ê ya ji bo Başûrê Kurdsitanê ku ji  Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan, Bedran Ozturk û endama MYK’ê Dîlek Boga pêk tê, didomin.

Heyeta HDP’ê  piştî hevdîtina li gel Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî çû serdana  Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) kir. Heyeta HDP’ê piştî hevdîtina bi KNK'ê re çû serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û niha di hevdîtinê de ne.

Heyeta HDP’ê wê piştre ji ber wefata Dilovan Idrîs Barzanî ji bo sersaxiyê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive, bûyer û pirsgirêkên li herêmê gotûbêj bikin.

Li aliyê din heyeta HDP’ê wê bi Partiya Yekgirtû ya Kurdistan, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan, Tevgera Goran û Partiya Komunîst ya Kurdistan re û rêxistinên gel re hinek hevdîtinan pêk bîne.

Heyeta HDP’ê wê sibê derbasî Silêmaniyê bibe.