Serdana Geverê veguherî meşa girseyî

Şandeya HDP’iyan yên bi Wekîla Êlihê Feleknas Ûca re li Geverê serdana esnafan kirinî, sedana wan veguherî meşa girseyî. Uca diyarkir, “Ruhê Gewerê berxwedan û têkoşîn e. Vaye Gever kelha berxwedanê wê tu carî serî li hember zilmê netewîne.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Geverê li bajêr çû serdana jinan û esnafan.

Wekîla HDP ya Êlihê Feleknas Ûca, Wekîlê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevşaredar Îrfan Sari yê li şûna wî qeyyûm hatibû avêtin û hevserokên rêxistina navçeyê jî tevlê serdana girseyî ya esanafan bû.

Girse her ku diçû zêde bû, ji ber vê yekê serdana esnafan veguherî meşa girseyî. Di dema meşa ku bi silavdayinê hat destpêkirin de HDP’iyan dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vire” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin û ber bi avahiya partiyê meşiyan.

Li wir Feleknas Ûca ya HDP’yî daxuyaniyek da û diyarkir ku wan ji vê sekn û coşa xelkê Geverê hêz girtine û got, “Ruhê Geverê berxwedan û têkoşîne. Vaye Gever kelha berxwedanê wê tu carî serî li hember zilmê netewîne. Tevî hemû êriş û hişmendiya hêzên desthilatê Gever a kelha berxwedanê wê tu carî nekeve.”

Ûca sipasiya xwe ji gel kir ku wan bi germî pêşwazî kirine û diyarkir ku dijminên gelê Kurd dixwazin civakê ji hev perçe û dabeş bikin. Ûca herî dawî anî ziman ku bi girtina HDP’ê ku vîna gelê Kurde û bi qedexeyan jî nikarin îradeya gel tune bihesibînin û wê nekaribin vîna gel asteng bikin.

Piştî axaftinê Ûca û endamên Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Geverê li Taxa Zagrosê (Taxa Cûmhûriyetê) bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta Ser Jinê bi jinan re hatin ba hev. Li wir Ûca axaftinek kir û got ku bi saya qehremantiya jinên ku felsefe û destanên xwe belavî hemû cîhanê kirinî karîne bi jinan re li hev bicivin. Ûca diyarkir ku 25’ê Mijdarê tenê roja têkoşîna li dijî şîdetê nîne û divê roja berxwedana jinan were hesibandin û got, “Divê bibe roja gotina êdî dem dema azadiya jinê ye.”

Li aliyê din bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di çarçoveya roja 25’ê Mijdarê li taxên  Baglar, Daggol, Bîçer û Sumbul a Colemêrgê bi jinan re hatin cem hev û li wê der Aydenîz li ser girîngiya azadiya jin û civakê axaftin kir.

Şandeya HDP’ê piştî hevdîtina xwe ya bi jinan re çû goristana Bajêrgê ya li Geverê û li wê derê Rojnamevan Evîn Bûldan a ku 2’ê Nîsana 2017’an li Amedê dema li Rojnameya Rojeva Medya edîtortî dikir di encama krîza dila jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bibîr anîn.