Sercerdevanê sondxwariyê dewletê ku Çelîk qetilkir hat girtin

Sercerdevan Şîrîn Akçay yê li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê Mazlûm Çelîk qetilkir û li ser torên dîjîtal bi wêneyên di destan de çek heyî gefê “sonda girêdaniyê” belavdikir û birayê wî hatin girtin.

Duh li gundê Mesken a Mîdyadê sercerdevan Şîrîn Akçay û birayên wî Veysî û Mahsûm Akçay ciwanê bi navê Mazlûm Çelîk qetilkiribûn.

Cenazeyê Çelîk ji aliyê malbata wî ve hat girtin. Di rapora pêşîn ya otopsiyê de weke ji ber “birîndarbûna bi çekê” miriye hat tomarkirin.

Ji aliykê ve cenaze hat veşartin, ji aliyê din de jî sercerdevan hat destgîrkirin û kar û barê wergirtina îfadeya birayê wî ya li Fermandariya Cenderme ya Navçeyê temam bû.

Navê 3 kesên ku sewqî Edliyeya Mîdyadê hat kirin ji aliyê Dadweriya Ceza Sûlhê ya Mîdyadê bi tawanê “kuştina bi zanebûn” hatin girtin û şandin girtîgehê.

Sercerdevan piştî ku Çelîk qetilkir bi şeklekî mafyayî ku li dora wî 3 kesên çekdar hebûn li ser torên dîjîtal sonda girêdaniyê ya bi dewletê xwar û gef kirin.