Serbilind: Em destpêkê şewata li mala xwe vemirînin

Serokê Giştî yê Partiya Îslamê ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind bang li gelê Kurd kir ku yekîtî û destketiyên xwe biparêze û got, "Beriya her tiştî divê em şewata li mala xwe vemirînin."

Serokê Giştî yê Partiya Îslamê ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind anî ziman ku dewleta Tirk ji dema avabûnê û vir ve li ser gelê Kurd û mirovahiyê felaketeke û destnîşan kir, mejiyê metirsîdar ê rejîmê dewam dike.

Serbilind têkildarî sala 100'emîn a Komara Tirkiyeyê ji ANF'ê re axivî û got, "Dewleta Tirk ku ji pênaseyên maf, hiqûq û edaletê bêpar e, li dijî gelê Kurd û gel û baweriyên cuda yên li vê cografyayê li ser înkar, asîmîlasyon, komkujî, sirgûn û rijandina xwîn û rondikan ava bûye. Dewleta Tirk ji dema ku ava bûye li ser gelê Kurd û mirovahiyê bûye felaket. Mejiyê metirsîdar ê rejîma komarê dewam dike. Gefê li Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn dixwe."

XIYANET LI KURDAN HATE KIRIN

Serbilind diyar kir ku dema Împaratoriya Osmanî kete pêvajoya jihevketinê û navenda desthilatdariyê Stenbol kete destê dewletên dagirker, di serî de Ereb miletên din hemûyan serî hildan û got, "Tenê Kurd li cem Tirkan man. Kurdan li dijî wan şer nekirin. Di bin navê biratiya Îslamê û yekîtiya ummetê de bi Tirkan re tevgeriyan. Mûstafa Kemal û hevalên wî li Enqereyê meclîseke alternatîf ava kirin. Hemû endamên ku feraseta Îttîhat Terakkî diparastin derbasî Enqereyê bûn. Li meclîsê gelek wekîlên Kurd bi nasnameya Kurdistanî hatin temsîlkirin. Mûstafa Kemal li Erzîrom û Enqereyê di peymanan de got, divê tevî Kurdan bi rengekî yekîtiyê têkoşîn bê meşandin, ku van gotin û sozan Kurd ji bo têkoşîna welatekî hevpar teşwîq kirin. Kurd ji bo avakirina welatekî hevpar bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bûn, lê belê li Lozanê peymanek bêyî nûnerên Kurdan hate çêkirin. Kurd ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin. Îradeya Kurdan hate desteserkirin. Bi Destûra Bingehîn a 1924'an re maf hemû hatin desteserkirin. Kurd tune hatin hesibandin. Hate gotin ku hemû miletên li Tirkiyeyê Tirk in."

Serbilind ragihand ku nûnerên gelê Kurd li hemberî vê yekê xwe bi rêxistin kirin, serî hildan, di wê demê de ji ber ku ji piştgiriya navneteweyî bêpar bûn û nekarîn yekîtiya xwe pêk bînin, nekarîn encamê bi dest bixin.

KURD HÎN JÎ HEDEFA DESTPÊKÊ NE

Serbilind diyar kir ku ji avabûna dewleta Tirk û pê ve Kurd her tim bûne hedef, tunekirin lê hate ferzkirin û got, "Komkujî li Kurdan hate ferzkirin. Dibe ku êşeke di vê astê de bi serê kêm neteweyan hatiye. Gelê Kurd hîn jî hedefa sereke ya dewleta Tirk e. Ne tenê li Tirkiyeyê li parçeyên din jî Kurd hedef in. Her wiha Kurdên li dîasporayê jî hedefa dewletê ne. Li gel van komkujiyan jî Kurdan ti carî koletî qebûl nekirin. Tevî ku temsîliyeteke neteweyî li hemû herêman nebû jî Kurdan her tim li ber xwe dan. Ev berxwedan dewam dike. Dagirkerî û komkujiyên li Zîlan, Dersim, Koçgirî, Roboskî, Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Şengalê li holê ne. Dewleta Tirk Kurdistan bi temamî kiriye armanca xwe ya dagirkirinê. Bêguman Kurd li hemberî vê li ber xwe didin, şer dikin. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Bûne xwedî hêzekê. Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan ti mesele çareser nabe. Em vê baş zanin. Beriya 100 salî Kurd li Lozanê tune bûn, lê îro bi milyonan Kurd li Ewropayê hene. Weke hêzeke dîasporayê li tevahiya cîhanê Kurd xwedî hêz û mejî ye ku dikarin bêne temsîlkirin. Meseleya esasî ya niha ew e ku Kurd çima di asta cîhanê de nikarin li hev kom bibin û temsîliyeteke hevpar destnîşan bikin."

AGIR BI MALA TE KETIYE, MALA TE DIŞEWITE!

Serbilind diyar kir kud ewleta Tirk li Rojava û Başûr êrîşî destketiyên gelê Kurd dike û bi bîr xist ku li Rojava sîloyên genim, embarên avê, santralên elektrîkê, navendên petrolê, mizgeft, dibistan û nexweşxane hatin bombekirin. Serokê Giştî yê Partiya Îslamê ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê ku dema dawî xwe weke 'kevoka aştiyê' nîşan dide û qaşo weke parêzvanê gelê Fîlîstînê diyar dike, bi rengekî eşkere gefa qirkirinê xwar û diyar kir ku wê sûcê şer bike. Hîkmet Serbilind got, "Şerê navbera Îsraîl û Hamasê ji xwe re kirin firsend û bi hemû hêza xwe bombeyan li Başûr û Rojava dibarînin. Tevî ku gelê Kurd di bin bombardûmeneke bi vî rengî ya giran de ye, hin Kurd radibin li hin bajarên Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Hamasê re meşê lidar dixin. Bêguman em naxwazin mirovên sivîl ne li Fîlîstînê ne jî li Îsraîlê bibin hedefa şer. Em li dijî vê yekê ne. Li ku dibe bila bibe kuştina mirovên sivîl nayê qebûlkirin. Gelo hûn çima Kurdên li Rojava, li Başûr têne qetilkirin nabînin? Agir bi mala te ketiye, mala te dişewite, tu yê çawa karibe şewata li mala yekî din vemirîne? Hamas di bin kontrola Erdogan û Îranê de li serê gelê Fîlîstînê bûye bela. Sedema mirovên têne kuştin Îran û Tirkiye ye. Baş e çi derdê Kurdan heye? Mixabin hin 'Kurd' di pêvajoyeke welê de ku dayik, xwişk, zarokên wan tên kuştin, bombe li gundên wan têne barandin, hemû pîrozmendiyên wan têne binpêkirin, radibin ji bo Hamasê dadikevin qadan. Bi rêya hin tevgeran dixwazin Kurdan bixin xefikê. Berê jî Kurd bi heman rengî hatin bikaranîn. Bi navê yekîtiya ummetê, biratiya Îslamê wan dewletan Kurd înkar kirin, dewletek, jiyaneke azad a li ser xaka xwe ji bo Kurdan weke maf nedîtin û ev maf weke cihêkariyê pênase kirin.

TIŞTA LI KURDAN FERZ E

Guneh û qirêjiya xwe hewl didin ku bi Yahûdî yan jî miletê ÎsraÎlê paqij bikin. Bila her kes bi vê yekê zanibe; Mafê gelê Îsraîlê jî heye ku mîna gelên din li ser xaka xwe bi rengekî azad bijî. Ew xak di heman demê de xaka miletê Yahûdî ye. Her çend li sirgûnê man jî ew xak di heman demê de xaka wan e. Xaka Kurdan jî îro ji aliyê 4 dewletên 'Misilman' ve hatiye dagirkirin. Lewma her kesên ku ji xwe re dibêjin 'Ez Misilmanim' divê beriya her tiştî li ber vê yekê rabin. Bila kesek bi biratiya ol a van dewletan nexape. Divê Kurd bi vê nexapin. Hêzên siyasî û gelê Kurd divê enerjiya xwe bide yekîtiyê. Heta ku em şewata li mala xwe venemirînin em ê nikaribin alîkariyê bi kesî re bikin. Ya ku li ser Kurdan ferz e; parastina destketiyên li Başûr û Rojava ye. Divê Kurd li dora van herdu herêman bibin xelek. Ev yek ferz e."