BI DÎMEN

Şêniyên Sinûnê jî ji êrîşên PDK’ê aciz in

Şêniyên Sinûnê li dijî êrîşên çekdar ên bi ser PDK’ê ve ya bi ser Şengalê de gotin, ‘’ Ev kom DAIŞ in, tenê cilên xwe guhertine’’ û li dijî êrîşan helwesta xwe diyar kirin.

Şêniyên bajaroka Sinûnê ya girêdayî Şengalê ku di bin kontrola hêzên PDK’ê de jî, ji êrîşên dawî yên li ser Xanesorê gelekî aciz bûne û wan jî berê xwe dane Çiyayê Şengalê.

Dema komên çeteyan ên girêdayî PDK’ê di ser bajaroka Sinûnê re êrîşî Xanesorê kirin, welatiyên li Sinunê jî, ji ber wan xwe sipartin Çiyayê Şengalê. Welatiyên ku niha di bin çadiran de dimînin, nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin ku tu kes nikare wan ji ser axa wan bavêje.

Welatiyan nêrînên xwe wiha anîn ziman:

Dayîka bi navê Nîsan Elî: “Dema ku şer derket me zarokên xwe rakirin û berê xwe da Çiyayê Şingalê. Heke sitargehek me Êzidiyan hebe ew jî Çiyayê Şingalê ye. Pêwîstiyên me yên jiyanî kêm in, niha em du malbat li cihekê dimînin. Çeteyan dîsa dixwestin zarokên me qetil bikin û keçên me bibin. Daxwaza me ew e ku herkes vê bibîne û alîkariya me bike.

Dayîka bi navê Hedo Brahim: Ji bilî Çiyayê Şengal tu cih nîn e ku em biçin. Dema li Xanesorê şer çêbû, me berê xwe da çiya. Yên ku navê pêşmergeyên Rojava li xwe dikin û êrîş kirine, her ew kes bûn ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ferman pêk anîn. Em daxwaz dikin ku ev şer were sekindin û bes keç û xortên me bên kuştin.

Dayîka bi navê Mihbet Salih: Çeteyan dîsa fermanek li me rakir û em koçber kirin. Ji bilî çiyayê me cihek nîn e ku em xwe lê bigirin. Nêzî 6 rojan e em li vir in. Em daxwaz dikin ku  di zûtirîn demê de şer li ser axa me bisekine û bes zarokên me bên kuştin.

Ciwanê bi navê Şêrwan Xwedêda: Di 3’yê Tebaxa 2014‘an de dema derdora Şengalê hatibû dorpêçkirin, pêşmergeyan nehiştin ku malbat ji gundan li nêzî çeteyan derkevin. Bi hinceta ku Wê milet biparêzin nehiştin derkevin, lê ferman bi ser gel de anîn. Pêşmergeyan em di nava çeteyan de hiştin. YPG û YPJ‘ê korîdora însanî li me vekir û em derbasî Rojava kirin û ji wir jî em çûn Zaxo. Lê belê ji ber ku ciwanên me di berxwedana Şengalê de cih digirtin, Asayîşa PDK’ê astengî ji me re derxistin, êdî debara me li wir nema. Lewma em hatin Sinûnê. Lê vê carê jî em ji ber êrîşên komên çeteyên ku cilên pêşmergeyan li xwe kirine, hatin çiya. Ev kom DAIŞ in, tenê cilên xwe guhertine.

Ciwanê bi navê Adil Silêman:  Me got êdî em ê vegerin ser axa xwe, lê piştî ku Barzanî çû Tirkiyeyê, dîsa planên qirêj li ser Êzdîxanê hatin çêkirin. Komên ku ji çeteyên DAIŞ û Tirkiyeyê pêk tê, xwestin dîsa li ser axa Êzdîxanê komkujiyê pêk bînin. Ev çend roj in em li Çiya ne. Ne hêzên Barzanî ne jî yên tu kesî nikarin me ji axa me dûr bixin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li ber xwe bidin û dest ji axa xwe bernedin.

Welatiyê bi navê Tehsîn Şeref: Bi dehan saziyên ragihandinê hatine cem me, lê dengê me ne gihandine cîhanê û êşên me ne anîn ser ziman . Bi sedan însanên me koçber bûne û berê xwe dane Çiyê.