BI DÎMEN

Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hate bomberdûmankirin

Di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a îro saetên danê nîvroyê de Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hate hedefkirin. Di encama bomberdûmanê de gorên li Şehîdgehê hatin texrîbkirin.

 

 

Di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a faşîst a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de Şehdîgeha Mehmet Karasûngûr hate hedefkirin. Gorên li Şehîdgehê hemû hatin texrîbkirin, muzeya Şehîdgehê û cihê kevokan bi bomberdûmanê hatin hilweşandin. Êrîşa balafriên şer ên dewleta Tirk ji aliyê gelê Qendîl ve hate şermezarkirin.

Şehîdgeha Mehemet Karasûngûr ev cara duyemîne ku tê bomberdûmankirin. Piştî bomberdûmana 18’ê Sibata 2017’an û şûn de vê carê 5’ê Nîsanê hate bomberdûmankirin. Li vê Şehîdgehê gorên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ji çar parçeyên Kurdistanê hene û ji bo gelê Kurd xwedî wate û girîng e. Ji ber bomberdûmanê gorên şehîdan hatin texrîbkirin.

Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr her demê ji aliyê gel û malbatên şehîdan ve dihate ziyaretkirin, gelek berhem, wêne û bîranînên cangoriyên azadiya Kurdistanê di muzaya wê de dihate parastin. Ev muze bi temamî ji aliyê balafirên şer ve hate rûxandin.

Her cara ku Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bomberdûmankirin xweza û zindiyê herêmê tên qetilkirin. Li Şehîdgehê kevokên ku dihatin xwedîkirin û azad difiriyan ji aliyê balafirên şer ên atêşa Tirk ve hatin qetilkirin.

JI GEL BERTEK

Piştî bomberdûman bi dawî bû gerîla û gelê Binarê Qendîl Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr ziyaret kirin û li pêşberî dimenê ku bi çavê xwe dîtin nerazîbûna xwe nîşandan. Welatiyê bi navê Mam Şêx nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Li ti deverên cîhanê Şehîdgeh nayên bobmerdûmankirin, ev kiryar derveyî mirovahiyê ye û îxanetekî herî mezin e,bi tundî êrîşa dewleta Tirk şermezar dikim.”

Gerîlayê bi navê Çekdar Amara jî got: “Bomberdûmankirina Şehîdgehê ya ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve lewaziya hikûmeta Tirk dide nîşandan. Şehîdgeh xeta me ya sor e, em ê hesabê vê bi sed qad ji dijmin bistînin.”