Şehîdên êrîşa hewayî wê li Mexmûrê bên veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Seîd Tanit (Bedran Cûdî) li gel kurê wî Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî), Osman Arzû û Abdulkerîm Îzer ên ku 22’yê Nîsanê di encama êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk de şehîd bibûn, wê li Mexmûrê werin veşartin.

Cenazeyên Gerîlayê HPG'ê  Seîd Tanit (Bedran Cûdî) li gel kurê wî Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî), Osman Arzû û Abdulkerîm Îzer ên ku 22’yê Nîsanê di encama êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, birin Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr).

Cenazeyên ku di saet 14:00’an de gihiştin kampê, bi dirûşmên Şehîd namirin ve hate pêşwazîkirin.

Wê cenazeyê şehîdan li Mexmûrê bên definkirin.