Sedat Atsiz ê 26 sal girtî sirgûn kirin

Sedat Atsiz ê 26 sal in girtî ye bi fermana Wezareta Karê Navxweyî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê kirin.

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyê ji doza PKK’ê Sedat Atsiz ê ji sala 1994’an ve girtî ye, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê kirin. Diyar bû Atsiz bi fermana taybet a Wezareta Karê Navxweyî , 28’ê Hezîranê serê sibê sirgûn kirine. Atsiz heta niha emeliyata apandîsît, emeliyata anjiyo û emeliyata roviya bûye û hêj nexweşînên wî yên cuda hene

Sedat Atsiz ê ji Adara 1994’an vir ve girtî ye heta niha li girtîgehên Mûş, Tekîrdag û Amedê maye. Atsiz herî dawî ji Girtîgeha Tekîrdagê di sala 2015’an de sewqî Girtîgeha Amedê hatibû kirin.