Sê kesên li gundê Xerabê Bava hatin kuştin rakirin Mêrdînê

Cenazeyên 3 kesên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û navê wan hê zelal nebûye, rakirin Mêrdînê.

Hêzên dewleta Tirk ev 10 roj in gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dorpêç kirine. Cenazeyên 3 kesên li gund ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin, rakirin Mêrdînê. Cesedên parçebûyî, ku tîmên taybet ên Tirk di hesabên xwe yên medya civakî de wêneyên wan weşandin, tê gotin bi helîkoptera leşkerî duh rakirine Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Li ser nasnameya mirovên jiyana xwe ji dest dane, agahî bi dest neket. 2 gundiyên hatine binçavkirin jî, ne diyar e li ku ne û aqûbeta wan nayê zanîn.