Sê hawirdorparêz li Kamyaranê hatin destgîrkirin

Sê hawirdorparêz û endamên Partiya Yekîtiya Neteweyî şaxê Kurdistanê ji hêla hêzên îstixbarata Îranê ve li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin û bi cihekî nenas ve hatin birin.

Li gor çavkaniyên pêbawer ji Kamyaran ku ji servîsa Farsî ya ANF'ê re axivîn, êvara Duşemê (31'ê Kanûna 2018'an) hêzên îstixbarata Îranê êrîş birin ser dikana Riza Esedî û Fazil Qeytasî li bazara Milet a Kamyaranê û her du çalak destgîr kirin.


Li ser sedema girtinê, rewşa niha ya welatiyên ji Kamyaranê yên hatin destgîrkirin ti agahî bi dest neketin.

Ji aliyê din, li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê (KHRN), hawirdorparêzekî din ê bi navê Hadî Kemanger ji Kamyaranê di heman demê de li mala xwe hatiye girtin û ew birine cihekî nediyar. Li ser çarenûsa wî ti agahî nayê girtin.

Li gorî KHRN'ê, îstixbaratên Îranê di dema girtina Hadî Kemanger de hemû alavên wî yên malê ji hev xistine, tiştên şexsî desteser kirine, tûrikek xistine serê wî û bi vî rengî ew destgîr kirine.

Komîteya Jîngeparêz ser bi şaxa Kurdistan ya Partiya Yekîtiya Neteweyî di çend salên raborî de li ser mijarên hawirdorparêzî li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê perwerde birêve birine û her salê beşdarî pêngava çandina dendikê dara berûyê bûne.