Sê deriyên sînor hene lê bazirganî qedexe ye

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir, li Îdirê deriyên sînor bi Ermenîstan, Azerbaycan û Îranê re hene, lê hemû girtî ne û bazirganiya li ser sînor hatiye qedexekirin.

Tevî ku bajarê Îdirê li ser sînorê Ermenîstan, Nahçivan û Îranê ye, bazirganiya li ser sînor a li bajêr qedexekirî ye. Deriyê sînor ê navbera Îdir-Ermenîstanê ji sala 1993'an û vir ve girtî ye. Deriyê Sînor ê Boralan ê navbera Îran û Îdirê jî girtî ye. Li Deriyê Sînor ê Dilucu yê navbera Tirkiye û Nahçivanê jî ji ber kotayê, cezayê giran ê li bazirganan tê birîn û helwesta kêfî ya Waliyê Tirk ê li Îdirê, bazirganî nayê kirin.

BI ZANEBÛN VENAKIN

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir, girtina deriyên sînor ên bi Ermenîstan, Azerbaycan û Îranê bi zanebûn hatiye kirin û bazirganiya li ser sînor li gel hatiye qedexekirin. Eksîk bi bîr xist, nifûsa Îdirê nêzî 200 hezar kes e, piraniya wan jî ciwan in û got, "Bi sê welatan re deriyên xwe yên sînor hene. Li bajarekî ku ji aliyê jeopolîtîk ve ewqasî girîng e, qedexekirina bazirganiyê rê li ber pirsgirêkên pêşketin û aboriyê vedike. Mixabin serdema vê desthilatdariyê de deriyên sînor bi zanebûn nehatin vekirin, ya jî destûr ji bazirganiyê re nehate dayin."

Eksîk bal kişand ser astengiya Waliyê Îdirê û got, "Ji ber van astengiyan bi hezaran kesên li Îdirê neçar man qemyonên xwe bifiroşin."

Eksîk anî ziman, ji ber krîza aboriyê ya ku hikumetê rê li ber vekir û kiryarên kêfî yên Waliyê Îdirê bi hezaran mirov bê kar mane û got, "Bi girtina deriyê sînor re mirovên me birçî dihêlin. Bi vî rengî teşwîq dikin ku koç bikin."