Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, îro daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê da, pêşnûmeya 2’yê Adarê ya ku al û wêneyên rêxistin û saziyên Kurd ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê ve hate qedexekirin şermezar kirin.
ANF
BERLÎN
duşem, 20 adarê 2017, 16:48
Saziyên Kurd ên li Elmanyayê, îro daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê da, pêşnûmeya 2’yê Adarê ya ku al û wêneyên rêxistin û saziyên Kurd ku ji aliyê Wezareta Karê Derve yê Elmanyayê ve hate qedexekirin şermezar kirin. Di civîna hiqûnasên Elmanya yê jî beşdar bûn de, bang li hikûmeta Merkel hate kirin ku bi lezgîn qedexeyê rake.
Piştî ku Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê 2’ê Adarê bi pêşnûmeyekê ya ku li tevayî heyaleta şand û şûnder daxwaz kiribû al û flamayên PYD, YPG, YPJ, PÇDK, PJAK, YXK û NAV-DEM jî di nav de gelek yên gelek sazî û dezgehên Kurdî bên qedexekirin. Di civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê Civaka Azad ve hate organîzekirin û gelek rojnamevanên dezgehên çapemeniyê yên Ewropayê jî şopandin li ser navê NAV-DEM’ê Yavûz Feroglû, Nûnera YXA Hêvîn Tekîn, Ji Nûnertiya Rojava ya Berlînê Masod Hasan û ji Yekîtiya Parêzerên Komarparêz Thomas Jannîsen beşdar bûn.
‘ KURD TÊN ÎNKARKIRIN’
Jı Buroya Hiqûqa Azadî yê ku moderatoriya civînê dike Dr. Elmar Millich mafê axaftinê girt û têkildarî mijarê diyar kir ku ev biryara ku hikûmeta Berlînê girtî têkiliya wê bi şopandina polîtîkayên derveyî welat e û bûna parçeyek ji wê ye.
Li ser navê NAV-DEM’ê jî Yavûz Fersoglû jî axivî diyar kir ku di demekî ku Neteweyên Yekbûyî ji ber şerên hov ên li Kurdistanê dewleta Tirk sûçdar dike, Elmanya ve biryar girtiye û got: “Ev pêşnûme dihêle ku Hikûmeta Merkel li pêşiya Erdogan bikeve ser çokan û tê watey Elmanya nasnameya Kurd înkar bike.” Fersoglû wiha pê deçû: “PKK û Kurd alîgirên çareriyekî bi aştiyane ye, li şûna ku Elmanya ji bo çareseriya pirsa Kurd alîkarî bide, di çarçoveya qedexeyên li ser Kurdan berfirehkirina wê mirov dixe nava fikirînê.
BI ALÊN KU TÊN QEDEXEKIRIN, TEKOŞÎNA MIROVAHIYÊ TÊ DAYİN
Nûnerê Rojava yê BerlÎnê Masod Hasan di destpêka axaftina xwe de, behsa tekoşîna ku li Rojavayê Kurdistanê dibin, pêşengtiya YPG/YPJ'ê tê kirin dest bi axaftina xwe kir û wiha got; "Li Rojavayê Kurdistanê dibin pêşengtiya YPG'ê de tekoşînek ya mirovahiyê tê dayîn. Ev biryara ku Elmanya girtî li cem me rewşek li bendê mayina miradê avakir. Alên ku Elmanya qedexekirî, dibin pêşengtiya wan alan de li Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Suriye û Rojhilata Navîn de ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên cîhanê tekoşînek tê dayîn. Bi saya tekoşîna ku em li dijî DAIŞ û El Nûsrayê dikin de li Elmanya û Ewropa mirov bi şêwêyekî ewlehiyê de dijîn."
Piştre Nûnera Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê Hêvîn Tekîn jî behsa dîroka YXK'ê kir û wiha got; "YXK saziyek a xwendevana ne ku li Zanîngehên Elmanyayê hatiye qebûlkirin. Di çarçoveya van qedexeyan de ku YXK jî cih digre, em ti wateyê nadinê."
'BIRYAR, BIRYAREKE SOSRETE'
Ji Yekitiya Parezerên Komarê Thomas Jannisen behsa rewşa qanûni ya qedexeyê kir û wiha got: "Pêşnûme 2’ê Adarê ji bo hemû eyaletan hatî şandin, her eyaletek xwedî kîjan şêweyî be nehatiye diyarkirin. Yasaya PKK'ê ya ku sala 1993 Elmanya xistî meriyetê parçeyek ji politikayên derve ye. Ev qedexe ji, ji ber heman sedemê hatiye girtin. Lê belê qedexeya ku pêşiya Newrozê balê dikêşe ser xwe."
Daxuyaniya çapemeniyê ya ku nêzî saetekê berdewam kirî, bi pirsên ku rojnamevanan kirî de bi dawî lê hat.