Saziyan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

saziyan ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin, banga xwedîderketinê li Kurdî kirin.

Saziyan bi boneya Roja Zimanê Kurdî peyamên pîrozbahiyê dan.

ZANÎNGEHA ROJAVA

Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava di peyama xwe ya pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî de wiha got:

“Ziman, gewherê ku xwe daye der û bûye deng, riste û hevok. Ziman, rengdayîna gewher e. Ziman baxê çand û hunerê ye. Ziman hêlîna dîrokê ye. Lewre her gel û civak bi zimanê xwe tên nasîn. Ziman hebûn û nasname ye.

Zimanê Kurdî jî yek ji kevintirîn zimanên cîhanê ye. Yek ji wan zimanên ku kevintirîn çanda cîhanê di şaneyên xwe de vedişêre. Tevî hemû êrîşên pişaftinê jî, vê dewlemendiyê xwedî dike û li ser piya ye. Em jî weke Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava ku zanîngeheke Kurdî ye û di nava berxwedaneke dîrokî de şîn bûye, dibêjin ku hebûna me nîşaneya têkbirina pergala pişaftinê ye.

Di vê roja dîrokî de em dibêjin ku ji kûrahiya dîrokê heta Elî Herîrî û Baba Tahir, ji Ehmedê Xanî û Nalî û Mewlewî heta Gîv Mûkiryanî û kovara Hawar û roja me ya îro hemû kedkarên zimanê Kurdî û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Bangewaziya me; “li gewher û zimanê xwe xwedî derkevin…”

KOMELEYA NIVÎSKARÊN MEZOPOTAMYAYÊ Û KOMELEYA WÊJEKARÊN KURD

Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan. Komeleyan, anîn ziman ku ji 15 Gulan a 2006 an û wir de bi mebesta roja çapkirina kovara Hawar ê wek cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin û wiha gotin: "Kovara Hawar ê ji ber ku bi tîpê latînî cara yekem ji hêla Mîr Celadet ve hatiye çapkirin di dîroka zimanê Kurdî de wek mîladê tê qebûlkirin. Mîr Celadet Di kovara Hawarê de di nivîsa xwe de gotiye 'Kurdîno malxerab no an nebêjin em Kurdin an jî bi Kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin.” Di vê ku em jî vê gotina wî ji xwe re wek mirate qebûl bikin û di temamê qadê jiyanê de bi cî bînin.'  

Ev bişaftin û zext û zordariyên ku bi salane li ser Kurdan didome, penaberiyên bi darê zorê û ji ber ku civaka Kurdan di perwerda ziman de bi şûnde maye bûye sedema ku Kurd zimanê xwe jibîrabikin. Ji ber vê yekê di çi şert û mercan de dibe bila bive divê ku em dev ji ziman û perwerda ziman bernedin.  Em jî wek nivîskar û wêjekarên Kurd li qampanya ya ku bi pêşengiya Platforma zimanê Kurdî û Tora ziman hatiye destpêkirin “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” ji bo ku bigihêje armanca xwe xwedî derkevin." 

Komeleyan, ji bo ku rihê Mîr Celadet Êlî Bedîrxan û hevalên wî di qebra xwe de şad bivin û cejna zimanê Kurdî bi rastî jî bive cejn ev pêşniyar kirin: "Divê Kurd li malên xwe bi zarokên xwe re, li ciyê karên xwe bi hevalên xwe re û di jiyana rojane de bi taybet bi Kurdî biaxivin. Di vê ku nivîskar, wêjekar û rewşenbîrên Kurd ji bo ku gelê Kurd ew berhemên ku bi zimanê wan hatiye çapkirin bixînin, ew bi xwe bixînin û ji bo taybetmendiya ziman biwan bidin famkirin, ji wan re bivin mînak. Ji bo rojname, kovar û pirtûkên bi Kurdî hatiye çapkirin bikirin û bixwînin gelê Kurd hişyarbikin. Bi kurtasî divê gelê Kurd di her qadê jiyanê de li kesayeta xwe xwedî derekevin û tu carî gavê bi şunde navêjin. Herdem bi pêşde bimeşin, bixebitin. Ji bo ku zimanê Kurdî bi serbestî bê bikaranîn û zext û zoriyên li ser ziman bên rakirin tekoşîna xwe berdewam bikin." 

JI 7 KOMELEYAN DAXUYANIYA HEVPAR

DEMDER, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesteyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MEDDER), Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (FERATDER), bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Komeleyan, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û pişaftinê yên bi salan e li ser Kurdan tên meşandin û daxwaz kirin ku herkes di texma xwe de bi derfetên xwe pêşî li qirkirin û pişaftina çanda Kurdî bigire.  

Tevahiya daxuyaniya hevpar a komeleyan wiha ye:

“Yek ji pêşeng û zimanzanê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevrêyên wî di 15’ê Gulana 1932’an de bi tîpên latînî kovara Hawarê derxistin. Hejmara yekemîn bi nivîsa; “Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn wê ji me re rêya felatê veke. Yên ku felatê pêk bînin dikarin xwe bidin nasîn jî. Wê Hawara me pêşketina Kurdî jî bi xwe re bîne” hate weşandin. 89 sal beriya niha deng û hawara gelê Kurd kovara Hawarê hate bihîstin. Ji 2006’an ve 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî li her derê bi coş tê pîrozkirin.

Ji bo mirov rastiya gelê Kurd û qirkirina li ser Kurdan tê meşandin baş fêm bike divê li dirokê binêre. Wekî tê zanîn gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm ê Kevana Zerîn e. Ne tenê gelê qedîm e, di heman demê de yek ji pêşengê afirînerê berhemên civakê bi xwe ye. Di hemû geşedan û pêşketinên civakî de keda gelê Kurd heye û hîn jî bi ked û berxwedana xwe pêşengiya gelên Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê yekê pergala dagirker û êrîşker bi hezaran sal in li ser gelê Kurd qirkirineke dermirovahî dimeşîne. Hewl dide ku di şexsê gelê Kurd de hemû destkeftiyên civakî ji holê rake. Ji ber vê yekê li ber çavên dinyayê bi awayekî aşkere vê hovitiyê li ser gelê Kurd dimeşîne û dinya dengê xwe ji van hovan re dernaxe. Ev qirkirin û bêdengî ne tiştekî ji rêzê ne. Divê em ji rêze nêzîkî vê pişaftin û qirkirinê nebin. Heke em wisa nêzik bibin em ê xwe bixapînin.

Beriya her tiştî di vê em ji XWE dest pê bikin. Em çiqasî bi zanebûn an jî ji nezanî xizmetê ji ve pişaftinê re dikin. Yan jî ji bo vala derxistina vê pişaftinê em çiqasî li ber xwe didin. Wexta ku em li XWE binêrin, wê demê em ê baş bibînin ku bê em li ku dera vê pişaftinê ne, yan jî çiqasî li hemberî wê têdikoşin. Heta ku em rol û rista xwe ya di vê girkirin û pişaftinê de nebînin, em nikarin bi rê û rêbazên di cih de li ber xwe bidin. Ji bo vé jî divê her kes pirsa “Ez ji bo ziman û çanda xwe çi dikim? “ li xwe bike. Yên ku îro xwedî li ziman û çanda xwe dernekeve nikare xwedî li XWE jî derkeve. Ji bo wê jî divê li her derê bi hişmendiya “Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, xwedî li bedena xwe derkeve” li hemberî girkirin û pişaftina Kurdî dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin. Divê em vê yekê jî baş zanibin ku hebe em xwedî li ziman û çanda xwe dernekevin tu kes nayê xwedî li ziman û çanda me dernakeve.

Li gorî sed sal berê îro derfetên ku em karibin pêşiya qirkirin û çanda Kurdî bigirin gelek in. Em îro ji berê bêhtir rêxistinkirîne û xwedî hêz in. Werin ewilî em ji xwe dest pê bikin. Ne tenê rojekê her kêliyê jiyanê Kurdî, heta jiyana me bibe Kurdî. Em bi Kurdî bifikirin, xewnên xwe bi Kurdî bibînin. Bajarên em lê dijîn bikin bajarên Kurdewar, yên ji derve werin bila zanibin ku ew hatine bajarên Kurdan. Her kes malên xwe bikin dibistaneke Kurdî. Bi kurtasi em bi Kurdî bijîn. Berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîst e ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, bijîn, pêş bixin.

Li ser vê bingehê em careke din ev roja watedar a Cejna Zimanê Kurdî de serî de li hemû berxwedêrên di vê rêyê de bedel dane û li ber xwe didin, li hemû gelê Kurd û her kesê dilê wan bi Kurdî lê didin pîroz dikin. Her wiha bang dikin ku ne tenê di vê rojê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda Kurdî pêş bixin û em ê teqez bi ser bikevin.

Bila sedsala 21 emîn bibe sedsala zimanê Kurdî”