Saziya Tipa Edlî: Cenazeyên hatine revandin li ba me ne
Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê qebûl kir ku 267 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatine derxistin, di destê wan de ye.
Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê qebûl kir ku 267 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatine derxistin, di destê wan de ye.
Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê qebûl kir ku 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê hatin derxistin di destê wan de ye. Birayê yek ji cenazeyên hat derxistin cenazeyê Fedakar Tûran, yê li Stenbolê dijî Erhan Tûran serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da û daxwaza desteka hiqûqî kir.
SAZIYA TIBA EDLÎ: CENAZE LI VIR IN
Li ser serlêdana malbatê rêveberên ÎHD’ê li Saziya Tiba Edlî geriya û têkildarî mijarê agahî xwest. Erhan Tûran da zanîn ku rayedarên ATK’ê îro daxuyanî dane parêzerên ÎHD’ê û wiha got: “Berê niha goristan hatiye bomberankirin. Hin cenazeyan zerar dîtiye. Çend malbatên têkildarî gorên xwe tespît nekirine serlêdana wan çêbûye. Ji ber vê yekê ji bo nasnameyên cenazeyan zelal bibin cenaze li vir in. Wekî din em nikarin tu daxuyaniyekê bidin.”
Tûran diyar kir ku ew daxuyaniyê têr nabînin û ji pirsên di serê wan de nabe bersiv. Tûran got ku ji bo mijar hin bêtir zelaltir bibe wê hewldanên bidomînin.
Dozgeriya Bedlîsê bersiv nedabû serlêdana malbatan û gotibû ku “Di dosyeyê de biryara nepen heye.”
‘HEMÛ GORISTAN HILWEŞANDINE’
Cenazeyê 267 şervanên HPG, YJA-STAR, YPG û YPJ’ê ji goran hatibu derxistin. Malbata Dîlan Bîngol a YPJ’yî têkildarî vê bûyerê gotibûn ku, “Dema em çûn goristanê me dît ku cenazeya keça me ne li cihê xwe ye, goristan hatiye hilweşandin û hestiyên cenaze jî ji gorê hatiye derxistin. Li wê derê li ser navê goristanê tiştek nemaye. Goristanên din jî di heman rewşê de bûne. Cenazeyê keça min jî tê de, hemû cenaze ji wir hatine derxistin.”