Sazî û rêxistinên Kerkûkê:  Divê Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê bigre

Aliyên siyasî yên Kerkûkê bombebarana li dijî Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kirin û diyar kirin ku destwerdana Tirkiyê ya li Kerkûkê binpê kirin e û divê Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê re  bigre.

Îro berpirsên peywendiyên aliyên siyasiyên Kurd ên li Kerkûkê, bêyî amadebûna PDK’ê li navenda Partiya Komunîsta Kurdîstanê ya li Kerkûkê kom bûn. Di kombûnê de  rewşa ewlehî, pirsgirêkên çandinî yên cotyaran li bajêr hat nîqaş kirin û destwerdana  balyozê Tirk li Kerkûkê jî hat şermezar kirin.

Piştî civînê  li ser navê aliyên siyasî  Berpirsê peywendiyên siyasiyên Partiya Komunîst Bextiyar Mihemed û bi amadebûna berpirsên aliyên din ên siyasî yên Kurd daxuyaniyek çapemeniyê li dar xistin. Aliyan li ser 5 xalan li hev kirin û ew jî ev in:

1: Divê di demek herî kin de bi asta berpirsê yekem  partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê kom bibin û li ser rewşa ewlehiya Kerkûkê biryarekê bidin.

2: Qedexekirina rakirina ala Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê ku hêzên Iraqî dabûn, hat şermezar kirin.

3: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xaka çandinî ya Kerkûkê, piştgiriya biryara dadgeha federali ya Iraqê  ku dikeve çarçoveya madeya 140 ya destura Iraqê dikin.

4: Bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dawî li desthilata leşkerî li Kerkûkê bîne.

5: Êrîşên dewleta Tirk ya li ser wageha Memxûrê û Şengalê şermezar dikin û ev yek wek binpêkirina serweriya xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê tê dîtin.

Têkildarî destwerdana balyozê Tirk Fatîh Yildiz, Berpirsê Peywendiyên Siyasî yên Partiya Komûnîsta Bextiyar Mihemed bersiva pirsên ANF’ê da û wiha got: “Em bi hemû awayî destwerdana dewleta Tirk ya li Kerkûkê şermezar dikin. Divê Tirkiye rêz li serweriya welatên cîran û xaka Iraqê re bigre bi taybet bajarê Kerkûkê. Ji ber ku ev bajar bajarê pir rengî jiyana hevpar e.''

Her wiha li ser heman mijarê Hevserokê Tevgera Azadiya Komelga Kurdistanê Komel Sermend jî di kombûnê de amade bû û ev gotin kir: “Pêwîst e bi awayek cidî li ser siyaseta Erebkirin û Tirkirin Kerkûkê were rawestandin. Hemû aliyan jî ev xal girîng dîtin û me biryar da ku bi hemû awayî pêşî li vê siyaseta Erebkirin û Tirkkirinê  were girtin."