Şaredariyên Wanê radestî cerdevanan hatine kirin

Biryar hate dayîn, polîsên ku heta niha şaredariyên Wanê yên hatine desteserkirin 'diparastin' bên vekişandin û li şûna wan cerdevan şaredariyan 'biparêzin'.

Qeyûmên li şaredariyên DBP'yî yên Wanê hatin bicihkirin, piştî referandûmê bi muxtaran, rêveberên AKP'ê yên Wanê û rêxistinên civakî yên sivîl re civîn lidar xistin. Di van civînan de Waliyê Tirk ê li Wanê Îbrahîm Taşyapan û qeyûmên din jî amade bûn. Di civînan de gelek biryarên nû hatin girtin.

Yek ji xalên sereke yên rojeva civînê, dorpêçiya polîsan a li şaredariyan bû. Muxtaran gotin, ji ber dorpêçiya polîsan gel nikare bi şaredariyan re têkiliyê deyne, xwe ji şaredariyan vedigirin û xwestin rêbazên nû bên afirandin.

TAKTÎKA XAPANDINÊ YA BI 'KINCÊ SIVÎL'

Piştî civînan, Waliyê Tirk ê li Wanê Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bûye, bi Midûrê Emniyetê û Fermandarê Baskê Artêşê yê Jendermeyan ê li Wanê re civiya. Di vê civînê de jî biryar hate dayîn, ku polîs ji şaredariyan derkevin û li şûna wan cerdevanên bi kincê sivîl 'ewlekariya şaredariyan' bikin.

Biryar di destpêkê de li navçeyên Artemêtan, Ebex û Bêgirê bi cih hate anîn.