Şaredariya Licê jî hat desteserkirin

Şaredariya Licê ya DBP'yî, ku ji duh ve dor lê hatiye girtin, hat desteserkirin. Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê weke qeyûm li Şaredariya Licê hat bicihkirin.

Polîsên Tirk ên ku duh danê êvarê dor li Şaredariya Licê ya DBP'yî girtin, heta danê sibehê li nava avahiyê lêgerîn kirin. Polîsan, di dema ku kes li avahiyê nebûn de, avêtin ser avahiyê û bi bendan dor li avahiya Şaredariyê û Qeymeqamtiya Tirk a li Licê girtin. Danê sibehê, dema xebatkar hatin Şaredariyê li polîsan rast hatin û bi gotina 'li hundir lêgerîn heye' destûr ji wan re nehat dayîn ku bikevin hundirê avahiyê.

Piştî vê amadekariyê, hat ragihandin ku Qeymeqamê Tirk ê li Licê Sînan Başak weke qeyûm li şaredariyê hatiye bicihkirin.