Şaredariya DBP'yî hat dagirkirin
Şaredariya Gêlê ku Walîtiya Tirk a li Amedê duh hemû erk jê stand, îro danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hat dagirkirin.
Şaredariya Gêlê ku Walîtiya Tirk a li Amedê duh hemû erk jê stand, îro danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hat dagirkirin.
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya Şaredariya navçeya Gêl a Amedê. Li avahiya ku hatiye dagirkirin, lêgerîn tê kirin. Polîsên Tirk nahêlin personelên şaredariyê bikevin hundir.
Ji 13 Şaredariyên DBP'yî yên Walîtiya Tirk a li Amedê di 30'ê Mijdara 2016'an de erkên wan ji wan girt, 8 jê bi rêya qeyûm hatibûn desteserkirin.