Sara, Rojbîn û Ronahî li Mexmûrê hatin bibîranîn

Bi tevlîbûna xwendekar, sazî û gelê Mexmûrê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qeilkirin bi meşeke girseyî bibîr anîn.

Li wargeha penaberan ya şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê Komploya Parîsê ku têde 3 jinên pêşeng ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin, bi meşekê girseyî hatin şermezar kirin.

Meş bi tevlîbûna hezaran şêniyên wargehê û xwendevanên dibistanan li ber deriyê şaredariyê destpê kir. Di meşê de alên PKK, KCK, YJA-STAR, KJK û wêneyê Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez hatin rakirin. Pankartên ‘Di Xeta Şehîd Sarayan de israrkirin, di azadiyê de israrkirine’, ‘Jin bi partîbûna şehîd Sara û bi çalakiya Arîn ber bi serkeftinê ve dimeşe’, Em tev Sara, Rojbîn û Ronahî ne’, û ‘Bê Serok Jiyan Nabe ’ hatin rakirin.

Çalakvanên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana û piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva wê di roja 63’an de ye jî di rêzên pêş ên çalakiyê de cih girtin. Meş li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) vegeriya mîtîngê.

‘BI KOMKUJIYAN HÛN NIKARIN GELÊ KURD TINE BIKIN’

Li Navenda Çand û Hunerê li ser girîngiya rojê û komkujiya Parîsê endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Pervîn Şirnex axivî û ev tişt got: “ Em di serî de komkujiya li Parîsê ku li dijî hersê jinên pêşeng ên Kurd bi tundî şermezar dikin. Em di kesayeta Sara, Rojbîn û Ronahî de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Dijiminê gelê Kurd her ku dixwaze bi komkujiyan gelê Kurd tine bike û qetil bike, lê belê bila dijiminê gelê Kurd bizanibe ku wê ev komkujî gelê me tine neke û wê bi van komkujiyan gelê me hertim bi hêz be.”

Pervîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em ê her tim şopdarên şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bin. Em soz didin tevahî şehîdên xwe em ê şopa wan bidin meşandin û di sala 2019’an de ji bo tevahî gelê xwe serkeftinê bidest bixin.”

Mîtîng piştî axaftinan bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin jiyan azadî Sara, Rojbîn, Ronahî’ bi dawî bû.