Şandeya KCD,DBP û HDP’ê li Xerabê Baba ji aliyê leşkeran Tirk ve hat astengkirin

Heyeta KCD,DBP û HDP’ê ya ku xwestin biçin gundê Xerabê Baba hate astengkirin. Şandeyê dixwest biçe gundê Xirabê Baba ku 39 kes lê hatin binçavkirin, 2 kes winda û 3 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gundê Xerabê Baba ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve di roja 8’emîn de berdewam dike, heyeta KCD,DBP û HDP’ê ji bo li gund cihê bûyerê lêkolîn bikin çûn gund lê leşkeran ew asteng kirin û nehiştin biçine gund.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Mehmet Alî Aslan û Feleknas Uca, li ser astengiya leşkeran ji herêmê veqetiyan. Heyet piştre derbasî gundê Zorava bû ku nêzî Xerabê Baba ye.  Tê payin ku şande li vir daxuyaniyekê bide çapemeniyê.