Sancar li Nisêbîn û Qoserê serdana dikandaran kir

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar tevî heyetek ji partiyê li Nisêbînê û Qoserê serdana dikandaran kir.

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar piştî bernameya xwe ya Mêrdînê, serdana dikandarên li Qoserê û Nisêbînê kir. Berdevka Partiyê Ebrû Gunay û parlamenterên HDP'ê Siddik Taş, Îmam Taşçier û Nûsret Maçîn jî di heyetê de amade bûn.

Heyetê destpêkê li Qoserê serdana dikandaran kir. Sancar û heyeta pê re bi coş hate pêşwazîkirin û li pirsgirêkên esnafan guhdarî kir. Piştre jî derbasî Nisêbînê bû. Heyeta HDP'ê li Nisêbînê bi nîşaneya serketinê hate pêşwazîkirin, lê di nava rewşa awarte de gihîşt ber avahiya HDP'ê ya Nisêbîne.

Heyet li Nisêbînê bi dirûşmên "HDP gel e gel li vir e" hate pêşwazîkirin. Piştre li ber dirûşman ji navçeyê derket.