Sancar: Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê geş bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku heta şer bidome û wê hejarî zêde bibe. Sancar li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê peyama geşkirina têkoşînê da.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar tevlî kongreya HDP’ê ya bajêr a Colemêrgê bû. Di axaftina Sancar a di kongreyê de ev beş derkete pêş:

“Me serê vê mehê bi navê ‘Ji bo her kesî edalet’ kampanyayek da destpêkirin. Ji ber ku li gorî me li vî welatî pirsgirêka herî mezin bê edaletî ye. Li her derê bêedaletî heye. Bêedaletiya herî mezin jî li ser gelê Kurd heye.

Di heman demê de li Colemêrgê di demên dawîn de kesên sivîl ji aliyê leşker û polîsan ve tên kuştin. Aydin Tumen, Serhat Bûldan, Necdet Îşozu, Rahmî Şefalî, Sertîp Şen, Vedat Ekîncî, Şeralî Derelî, Ozcan Anay. Gelo çima mirina Kurdan evqasî erzan e? Nan tune, kar tune lê mirin û zilm heye. Ev wisa nadome.

DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN

Ji bo aştî û demokrasiyê em pêşiya aktorên ku dikarin rola xwe pêk bînin vekin. Mesela bila tecrîda li ser Îmraliyê were rakirin. Em dizanin rêzdar Ocalan dikare ji bo çareseriya demokratîk û aştiye peywirên girîng bi cih bîne. Peywira me jî divê ev be ku em li dijî tecrîda li Îmraliyê derkevin. Îro li zindanan 77 roj in ji bo rakirina tecrîdê grevên birçîbûnê heye. Em deng bidin kesên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne.

CPT jî derbarê tecrîda li ser Îmraliyê hin biryar da û diyar kir ku ev li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye. Nexwe divê em jî vê têkoşînê geş bikin, hêza xwe bikin yek. Em bi têkoşînê dikarin edaletê pêk bînin.”