Salvegera damezrandina PKK’ê û pîrozbahiya gerîlayan

Bi her awayî peyama ‘Ti hêz jî nikarin li pêşiya pêkanîna xeyalên jiyana azad bibin asteng’ dan dost û dijminan. Ji aliye gerîla û fermandarên gerîlayan ve peyamên girîng û watedar hatin dayîn.

Li çiyayên Kurdistanê, li wargehên azad jiyan her tim bi coş û peroş e.

Dewleta Tirk a dagirker her roj propagandayên şerê qirêj dike û diyar dike ku qaşo jiyan nemaye li çiyayên Kurdistanê. Ango îdîa dikin ku wan hemû gerîla qedandine û êdî jiyana li wargehên azad miriye. Lê ev yek dereweke mezin e. Lewma jiyana li wargehên azad her roj ji roja din coşdartirîn dest pê dike. Îro jiyanê ji rojên din jî xweştir û bi peroştirîn dest pê kir. Sedema vê jî hebûna pîrozbahiya 40’emîn salvegera damezrîna PKK’ê bû.

Gerîlayên YJA-Star û HPG’ê yên li wargehên azad dimînin wekî her carê dîsa sibê zû şiyar bûn û bi kelecaneke mezin silav dan roj û jiyanê. Di çavên hemûyan de coş û germahiya rojê diçirisî wekî birûskekê. Ewilî hemûyan bi hevûdu re taştê xwarin. Piştî xwarina taştê ji bo pîrozbahiyê li qada pîrozbahiyê li hevdu civiyan. Gerîlayên azadiyê bi meşeke dirêj derbasî qadê bûn. Dîmenê meşa gerîlayan a di nava xwezaya bedew de bi rastî jî gelek bi heybet û dilkêş bû. Çav û rûyê hemûyan jî dikeniya. Piştî ku gihiştin qada pîrozbahiyê, merasîma leşkerî li dar xistin. Piştî merasîma leşkerî jî agirekî mezin hat pêxistin li dora agirê daran ê gur û geş govendê dest pê kir. Govenda gerîlayan bi stranên gelerî û şoreşgerî dirêj geriya. Dilên germ di govendê de ku li dora agirê geş digeriya, germ û coşdartirîn bûn. Di gavên gerîlayan de, di stranên gerîlayan de, di peyv û hevokên gerîlayan de hêvî û biryardariyek gelekî xurt xwe dida der. Bi her awayî peyama ‘Ti hêz jî nikarin li pêşiya pêkanîna xeyalên jiyana azad bibin asteng’ dan dost û dijminan. Ji aliye gerîla û fermandarên gerîlayan ve peyamên girîng û watedar hatin dayîn.

Rojeke sayî û bi tav bû. Ango hewaya xwezayê jî xwe li gorî wate, girîngî û germahiya rojê xweşik xemilandîbû. Vê jî hişt ku bernameya gerîlayan a pîrozbahiyê xweştirîn bidome. Piştî axaftina li ser wate û girîngiya rojê û govenda gerîlayan, êdî sirûda neteweyî û sirûdên şoreşgerî, stranên şoreşgerî hatin gotin. Helbest hatin xwendin. Govend û skeçên cur bi cur hatin pêşkêşkirin. Bernameya gerîlayan a pîrozbahiya 40’emîn salvegera damezrîna PKK’ê têr û tijî bû. Bernameya ku bi kedeke mezin ji aliye gerîlayên azadiyê ve hatibû amadekirin, hem dida hizirandin hem jî dida kenandin. Ango bi naveroka xwe ve xwedî peyamên girîng bû. Bernameyê bi saetan ajot. Piştre, bername qediya û gerîlayên azadiyê bi heman coşê vegeriyan cihê xwe.

Rayedarên rejîma şerê taybet a dewleta Tirk, bi propagandayên şerê taybet ê qirêj her roj dibêje ku “Me şervanên azadiyê qedandine û êdî du gerîla jî hew dikarin bêne cem hev”. Lê belê, gerîlayên azadiyê bi vê pîrozbahiya xwe ya bi coş jî careke din dan xuyakirin ku hemû propagandayên dewleta Tirk û dûvikên wê pûç û vala ne. Ti rastî û bingeheke wan tineye. Gerîlayên azadiyê berevajî propagandayên dagirker û kurmên darê, ji her demê bêhtir xurt, bi coş, hêvî û biryardar in.

Gerîlayên ku bi peroşeyek mezin salvegera damezrîna PKK’ê pîroz kirin, bi hêvî û biryardar bûn ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê hilweşînin û 40’emîn sala damezirandina PKK’ê bikin sala serkeftina mezin. Lewma di çavên hemû gerîlayên wargehê de jî hêvî û baweriya mizgîniya serkeftin û azadiyê hebû.