Salvegera damezrandina PKK'ê li Şengalê hate pîrozkirin
Ciwanên Êzidî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin.
Ciwanên Êzidî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin.
Li Şengalê pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dest pê kirin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Tevgera Jinên Ciwan ên Êzidî ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê bernameyeke berfireh a pîrozbahiyê amade kirin.
Di vê çarçoveyê de doh êvarê li pêşiya Meclîsa Gel a Guhbelê, bi beşdariya nûnerên saziyên Zorava, Borik û Guhbelê çalakî hate lidarxistin. Bi xeleka ji agir peyva "Apo" hate nivîsandin û pîrozbahiyê dest pê kir.
'BI SAYA RÊBER APO Û PKK'Ê...'
Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Elî Xêrî li pîrozbahiyê axivî û got, "Weke xelkê Êzidî divê em ji bîr nekin ku PKK li me xwedî derket. Lewma em vê rojê pîroz dikin. Piştî fermanê me bi fikir û felsefeya Rêber Apo zemînê rêxistinbûnê peyda kir. Bi saya vî firî me derfet dît ku li xaka xwe bi rengekî azad bijîn."
Piştî axaftinê ciwanan li dora êgir govend gerandin.